Aktîvîsta Kurd Halîde Dundar jiyana xwe ji dest da

Aktîvîsta Kurd Halîde Dundar, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Rêvebera Komeleya Jinên Şoreşger û Demokratîk (DDKD) Halîde Dundar di 61 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Halîde Dundar li Stenbolê li nexweşxaneyekê ji ber nexweşiya dil dihat dermankirin. Cenazeyê Dundarê dê sibê li navçeya Licêya Amedê bê veşartin.

'Wek jineke Kurd di nava têkoşîna şoreşgerî ya femînîst de cih girt'

Meclisa Jinan a Şaxa hejmara 1’an ya Egîtîm Senê ya Stenbolê jî li hesabê xwe yê medyaya dîjîtal têkildarî Halîde Dundar parvekirin kir. Di parvekirinê de ev tişt hatin gotin: “Me heval, rêhevala xwe û kedkara perwerdeyê Halîde Dundar a wek jinek Kurd bi salan di nava têkoşîna femînîst û şoreşgerî de cih girt û em bi kêfxweşiya jiyanê fêrbibûn ku di nava xwe de bibînin winda kir.”

Di daxuyaniya Şaxa Hejmara 1’an a Egitim Senê ya Stenbolê de jî wiha hate gotin: "Mixabin me şeva borî hevala xwe ya hêja Halîde Dundar winda kir. Xemgînî û êşa me mezin e. Têkoşîn û bîranîna dê her dem bi me re ye. Em sersaxiyê ji malbata wê û hemû dostên wê re dixwazin." Cenazeyê dê sibê li Amedê bê veşartin.”