Li Tirkiyê pirsgirêka hicabê!

Pirsgirêka hicaba jinan a ku di dîroka Tirkiyeyê de ji salên 1960'î û vir ve tê nîqaşkirin, hê jî mijareke siyasetê ye. Tevî ku tu rêziknameyek azadiya jinan bixe bin temînatê tune ye jî jinên ku naxwazin bibin alîgir ji bo azadiya xwe têkoşînê didomînin.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê hicab bû mijareke ku her pêvajo tê nîqaşkirin. Bandorên civakî û siyasî yên biryarên birêkûpêkkirina hicab û cil û bergan pêvajo bi pêvajo hatin rojevê. Hin kesan rakirina qedexeyan wekî li dijî laîktiyê nirxand, hîn kesan jî wateya îdeolojîk a hicabê li derveyî baweriya olî lêpirsin kirin.

Li Tirkiyeyê pirsgirêka hicabê herî dawî bi gotinên serokê giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu yên di vîdeoyeke ku ji ser hesabên medyaya dîjîtal ve hatiye weşandin de, ji nû ve ket rojevê. Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku wan di 4’ê Cotmeha 2022’an de, pêşnûmezagona di warê “Di çarçoveya îcrakirina pêşeya jinan de ji derveyî lixwekirinê divê jin rastî tu zoriyê neyên” ya ji 3 madeyan pêk tê pêşkêşî Serokatiya meclisa Tirkiyeyê kirine. Pêşnûmezagon piştî 6 rojan ji aliyê Serokatiya TBMMê ve sewqî komîsyonê hat kirin. Pêşnûmeya ku îmzeya 132 parlamenteran li ser e, armanc dike ku pirsgirêka çarşefê bi temamî ji rojeva Tirkiyeyê rake.

‘Ji bo siyasetê bûye amûra êrîşê’

Di hinceta qanûna ku ji sê xalan pêk tê de, wiha hat gotin: “Tercîhên takekesî yên di mijarên olî de û şêwaza jiyanê ya kesan li derveyî mudaxaleya dewletê ye, azadiya derbirînê ya bi madeya 19’an a bi Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan re ket bin temînatê, azadiya hilbijartina cil û bergên xwe jî di nava xwe dihewîne.” Di hincetê de hat gotin ku divê bi taybetî cil û bergên jinan, şêwaza jiyanê, baweriya wan û aîdiyeta wan a exlaqî nebe mijara siyasetê û ev tişt hat gotin:

“Hin pêkanînên zextê yên di raboriyê de hatine jiyîn, di bîra me ya civakî de şopên neyînî hiştine her wiha ji bo siyasetê bûne amûra êrîşa siyasî. Di rabirdûya me ya nêz de mafê xwendinê yê xwendekarên zanîngehan bi hicabê hatiye astengkirin û destûr nehatiye dayîn ku jin di qadên giştî de bi hicabê bixebitin. Erka parlamento û rêveberiya giştî ew e ku ji bo careke din astengî û qedexeyên bi vî rengî dubare nebin, her cure tedbîran bigrin. Ev pêşnûme bi mebesta ku bi giştîname, talîmat, rêzikname yan jî rêziknameyên din ên îdarî û fermanên sereke yên hiyerarşîk, dawî li zordestiyên ku jin çi li xwe bikin an nekin û azadiya hilbijartina jinan bixe bin temînatê, hatiye amadekirin.”

Pêşniyara CHP’ê

Naveroka pêşnûmzagonê wiha ye:

“Benda 1’emîn- Jinên ku di sazî û rêxistinên giştî de îstihdam dikin û pîşeyên girêdayî sazî û dezgehên giştî û saziyên wan ên bilind dikin divê di çarçoveya karên pîşeyê xwe de bi awayekî mafê bingehîn û azadiyên wek ji bilî cube, pêşmalk, unîforma û hwd. berg, cil û berd li xwe kirin an jî ne li xwe kirin binpêkirin, nikare bikeve bin zordariyek.

Benda 2’yemîn- Ev qanûn di dîroka weşana xwe de dikeve meriyetê.

Benda 3’yemîn- Ev hikmên qanûnan ji aliyê serokomar ve tên bicihanîn."

Dê ji nû ve bikeve meclisê

Piştî pêşniyara CHP'ê, hikûmeta AKP'ê û MHP'ê pêşnûmeya guhertina destûra bingehîn a der barê hicabê de ji refê derxistin. Tê plankirin pêşnûmeya ku pêvajoya borî bi piştgirî nedayîna muxalefetê bi temambûna qonaxa komîsyonê di lijneya giştî de hat nîqaşkirin, piştî meha Cotmehê ku sala nû ya yasayî dest pê bike dê careke din pêşkêşî meclisê bê kirin. Hikûmeta ku armanc dike rêziknameyê beriya salnameya hilbijartinên herêmî derxe divê muxalefetê jî di mijara destûra bingehîn a nû de îqna bike. Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ê di civîna koma yekemîn a piştî hilbijartinên dawî de axivî, wiha gotibû: "Em ê di pêvajoya nû ya qanûndanînê de bi makezagonê re pirsgirêkên hicabê bixin bin temînatê.” Her wiha Erdogan bawer dike ku muxalefet di vê mijarê de ne durust e.

Li gorî nûçeyên hatine weşandin, AKP ji bo guhertina destûra bingehîn plansaziyeke du qonaxan çêdike. Qonaxa ewil guhertin dê piştî meha Cotmehê bikeve rojeva meclisê. Di qonaxa duyemîn de jî di demeke berfireh de rêkûpêkkirina destûra bingehîn e. Lê belê ne mimkun e ku Tifaqa Cumhur a 323 kursiyên wî hene, vê yekê bi tena serê xwe bike. Ji bo vê rewşê jî senaryoyên cuda hene.

Nîqaş di salên 60’î de dest pê dike

Dema ku Tirkiye ji nû ve mijara hicabê nîqaş dike, mijara meraqê ye ku ev pêvajo çawa û bi çi awayî dest pê kir. Tê destnîşankirin ku li welat salên 1960’î nîqaş li saziyên xwendina bilind hatiye destpêkirin. Makezagona li welat der barê cil û bergên welatiyan de du xal dihewîne. Yek jî van xalan jî li dijî maf û azadiya jinên hicabê bi kar tînin dernakeve. Zagona jimare 671 a bi dîroka 28.11.1925’an têkildarî mêran ferzkirina bikaranîna şewqeyê tîne. Di qanûna di dîroka 1934’an de jî behsa cil û bergên wek sarik û cube yên ji aliyê mêrên oldar ve tên bikaranîn dike û tê diyarkirin ku cil û bergên olî ji bilî merasiman nayên lixwekirin. Nîqaşa têkildarî jinan dê bi hicabe biçin zanîngehan an na ye.

Bi rêziknameyan sînordar kirin

Di salên 1980’î ​​de nîqaşên li sazî û zanîngehan zêdetir dibin. Di vê qonaxê de bi taybetî li ser rêzikên qanûnî nîqaş tên meşandin. Bi rêziknameya ku piştî derbeya 12'ê Îlonê di sala 1982'an de hat derxistin re, tê xwestin li saziyên giştî porê jinan vekirî be. Bi  rêziknameyê re sererastkirin wiha tê pênasekirin:

“...Jin; Cil û bergên paqij, rast, bi ûtî, sade; pêlav û/an jî gîzmeyan sade û bilindahiyên normal, boyaxkirî; di dema kar de serî her dem vekirî, por dibê bi xweşikî hatibe şêkirin an jî komkirin; neynûk bi awayekî normal hatibin bîrin. Lê belê ger ji bo hinek xizmetan cil û bergek kar ên taybet hebin, di dema kar de  bi destûra serokê saziyê cil û berg tê bikaranîn. Pantol, gomlekê bê mil, bendika pir vekirî, blûz an cil û bergên ku nayên lixwekirin. Dirêjahiya etek ji ser çokê nabe. Pêlavên bi tîpa şimik (sandal) nayên lixwekirin…”

Bi vê rêziknameyê re sînordarkirinên di nav Wezareta Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MEB) û Saziya Xwendina Bilind (YOK) de berdewam kirin.

Guhertinên bêdawî

Di tevahiya salên 1980’yî de bi taybetî hicaba jinên ku li zanîngehan dixwendin an jî dixebitin pir hat nîqaşkirin. Jinan diyar kir ku di vê mijarê de rastî cudakariyê tên û xwestin pirsgirêk bên çareserkirin. Rêziknameya YOK’ê ku  'xwendekar dikarin hicabê bi awayekî nûjen bi kar bînin' di nava xwe de dihewîne di sala 1982'an de têkildarî mijarê hat derxistin jî ji bo çareserkirina pirsgirêkê têrker nebû. Di sala 88’an de jî di qanûnê de guhertin hatin kirin û wiha hat diyarkirin: “Heta ne li dijî derketina zagonên reformê yên di xala 174’an a Destûra Bingehîn de, di saziyên xwendina bilind de ji bo mamoste û xwendekarên cil û berg azad e. Der barê vê mijarê de kes û sazî nikarin tu karûbarên kiryar nikarin bikin û biryar bigrin. Tevî ku ev biryar ji aliyê meclisa Tirkiyeyê ve hat qebûlkirin jî ji aliyê serokomarê wê demê Kenan Evren ve hat redkirin. Ji veserastkirinê re guhertinek wiha hat anîn: “Di saziyên xwendina bilind de, li dersxane, laboratuar, klînîk, polîklînîk û korîdoran cilûberg û xuyabûna nûjen neçarî ye. Ji ber baweriya olî, girtina stû û porê xwe yan jî turban serbest e.”

Dev jî cihêkariyan bernedan

Ji bo vê guhertinê derbekar Kenan Evren serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Bi biryara dadgehê ya 7'ê Adara 1989'an, hevoka duyemîn a Pêveka 16'an a Ji ber baweriya olî, girtina stû û porê xwe yan jî turban  serbest e.” hat betalkirin. Di sala 1989'an de biryar hat dayîn ku parêzer bê hîcab li dadgehan erka xwe bikin. Di sala 1990'î de li ser vê îbareya "Bi şertê ku ne li dijî qanûnên di meriyetê de be di saziyên xwendina bilind de cil û berg serbest e” hat bikaranîn. Ev made hebûna xwendekarên jin bi awayekî qanûnî diparêze jî, tu carî dev ji pêkanînên cihêkariyê behat terîqandin.

Zanîngehan deriyên xwe girtin

Di salên 1990’î de, bi taybetî bi pêvajoya 28’ê Sibatê re, li sr mijara hicabê bi awayî hîn germtir axaftin çêbûn. Di heyama 28’ê Sibatê de, di xala 13’an a biryarên Lijneya Ewlekariya Neteweyî de wiha tê gotin:

“Divê pêşî li pêkanînên li dijî hiqûqê yên der barê cil û bergan de û Tirkiyeyê bibe dîtinek derçax bê girtin, qanûn û biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn ên di vê mijarê de beriya her tiştî di sazî û rêxistinên giştî de bê tawîz bi baldarî bên pêkanîn...”

Der barê mijarê de li zanîngehan brifîng hat dayîn. Van tiştan xebatên rektoran şopand. Hat xwestin piştî vê yekê li zanîngehan 'kontrolên' pêwîst bên kirin. Ev ji bo xwendekaran dihat wateya qedexe û pêkanînê. Negirtina xwendekaran a ji bo dibistanan jî dersan re tansiyonê hinekî din bilind bû.

Li meclisê rageşî

Merve Kavakçi ku di sala 1999'an de piştî hilbijartinan wek parlamenter hat hilbijartin, bû yekemîn jina ku bi hicabe ket meclîisê. Serokwezîrê demê Bulent Ecevît hatina Merve Kavakçi ya bi hicabe li meclîsê wek li dijî derketina dewletê nirxand û xwest bê asatengkirin. Merve Kavakçi nikaribû soza xwe ya parêzeriyê bide.

Di sala 2007’an de gava YOK’ê

Di sala 2007'an de piştî guherandina serokê YOK'ê, der barê ketina zanîngehan a xwendekarên bi hicabe de yekem geşedanên erênî pêk hatin. Di heman salê de ji rektoran re talîmat hatin şandin û qedexe hat rakirin. Di sala 2008’an de pêvagava guhertina qanûnê hat anîn. Bi rêjeya beşdariya ji sedî 74,5 û bi piştgiriya AKP û MHP’ê re di xalên 10’an û 42’an ên Destûra Bingehîn de guhertin hatin kirin. Di guherînan de ji bo saziyên perwerdeya bilind qaîdeya ku bêyî qanûnek mafekî bingehîn nayê astengkirin dubare kir. Bi rêziknameyê re mafê hicabê veşartî hat girtin. Lê vê carê îtîraz ji CHP’ê hat. Piştî ku CHP'ê ev guhertin anî Dadgeha Destûra Bingehîn, guhertinên navborî bi hinceta ku li dijî pêşgotina Destûra Bingehîn û prensîba laîktiyê ne hat rawestandin û ev biryar hat betalkirin.

Gavên demokratîkbûnê

Bi 'pakêta demokratîkbûnê' ya di sala 2013'an de hat ragihandin, xala 5'emîn a qanûna cilûbergê jî hat guhertin. Qanûnên sînordaekirinê hatin rakirin. Destpêke 4 parlamenter bi awayekî bi hicab tevli civînên Lijneya Giştî ya Meclisê bûn. Ev dawîanîna sînordarkirinên li meclisê bû.

Jin ji bo azadiya xwe têkoşîna xwe berdewam dikin

Li Tirkiyeyê qedexeya hicabê ku hema bibêje mijara her pêvajoyê ye, ji aliyê siyasetmedaran ve li şûna azadiyê her dem wek 'malzeme' hat bikaranîn. Mînak tu carî li ser azadiya jinan nehat nîqaşkirin. Ji pirsa; ‘jin ji çi dixwazin’ zêdetir di dema hilbijartinê de ji sozên jinan wêdetir neçûn. Bûyerên ku jinan bi taybetî di 28'ê Sibatê de wek 'zilm' pênase kiribûn, di vê serdemê de jî bi rengê ‘kedxwarî' berdewam kir. Bi taybetî jî di vê qada kedxwarî ya ku bi hikûmeta AKP’ê re dest pê kiriye de, AKP û aligirên wê di serdemên ku tercîh dikin de, mijara hicabê dixin rojevê û jinan û baweriyên gelan îstîsmar. Hê jî tu rêziknameyek ku azadiya jinan bixe bin temînatê tune ye. Desthilatdariya ku jinan li malê heps dike û ji qada giştî dûr dixe, vê qadê ji azadiyê dûr digre. Jinên ku naxwazin bibin alîgir û "xwişka" kesî, ji bo azadiya xwe têkoşîna xwe berdewam dikin.