Li Îranê li dijî rojnamegerên jin zexta darazê

Şubeya 26’an a dadgeha Şoreşê ya Tahranê, derbarê rojnameger Saeeda Shafiei, Mehrnoush Zarei Hanzaki û Nasim Sultan Beygî de bi sûcê ‘li dijî ewlehiya navnetweî propaxada kirine’ ceza xwest.

Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Îranê ji bo tepisandina serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ji 16’ê Îlona 2022’an ve destpêkirî, hêjmarek zêde parêzvanên mafê mirovan û xwendekar revandin, girtin û qetil kirin. Rojnameger Saeeda Shafiei, Mehrnoush Zarei Hanzaki û Nasim Sultan Beygî ku di Çileya 2023’an de piştgirî dan serhildanan bi îdeaya propagandaya li dijî rejîmê hatibûn girtin û bi kefalet hatibûn berdan.

Derbarê sê rojnamegeran de li gora madeyên 500 û 610’an ya destura bingehîn, doza ku bi sûcên ‘propagandaya li dijî sîstem û ewlehiya navnetewî’ danaşîna wan li şubeye 26’an a dadgeha Şoreşê ya Tahranê hate dîtin. Nunerên sendikaya rojnamegerên Tahranê jî di nav de hêjmarek zêde ya hemwelatî û çalakvanên medyayê di dananşînê de amade bûn. Gelek kesan jî negirtin salona danaşînê. 

Heyeta dadgehê hewil da seyra danaşînê biguherîne

Di danaşînê de rojnamegeran parastina xwe kirin, diyarkirin ku ew der barê mafên mirovan, pirsgirêkên civakê de nivîs nivisîne û gotin ev ne sûc e. Heyeta dadgehê ji rojnamegeran re got; “Hun li dijî hîcaba bi zorê derketine”, pirsa naverokên ku di medyaya dijîtal de parve kirine kir û hewil da pêşdeçûna danaşînê biguhere.

Der barê 3 rojanemgeran de daxwaza cezayê

Dozgerê dadgehê di deqeyên dawî ya danaşînê de destur da ku ji nunerên sendikaya rojnamegeran a Tahranê Badr al-Sadat Mofidi parastina 3 rojnamegeran bike, di danaşînê de heyata dadgehê diyar kir ku darizandin bi dawî bûye û derbarê 3 rojanmegeran de daxwaza cezayê kir.

Rojnameger Saeeda Shafiei di ezmuna lisansa bilind de ast bi dest xistiye

Saeeda Shafiei yek ji çîrokbêjan e ku di qada aboriyê de rojnamegeriyê dike ji zanînageha  Allameh Tabatabai ya Tahranê beşa Aboriya çandiniyê, ji zanînageha Îslam ya Azad ji beşa Aboriya enerjiyê û bazarkirina çavkaniya hidrokarbon mezun bûye. Di ezmuna zanîngeha Azad ya lisansa bilind de bû 3’emîn. Saeeda Shafiei sala borî di mala xwe ya li Tahranê de ji aliyê hêzên îstixbaratê ve hate binçavkirin û girtin û rêkirin qawîşa 2 A ya girtîgeha Evînê. Heman salê bi kefaleta 500 milyon tumen bi awayek demkî hate berdan.

 Mehrnouzh Zarei Hanzaki bi nûçeyên ku di qada tendirûstiyê de çêkiriye tê nasîn

Mehrnoush Zarei Hanzaki rojnamegeriyê di qada tedirustiyê de dike. Heftane di ajansa navenda nuçeya ILNA, ISNA û medyaya xwecihî ya weke Chelcherangh de gelek nûçe weşandiye. Sala borî Mehrnoush Zarei Hanzaki ji mala dayika xwe ya li Tahranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û piştre hate girtin û wê neqlî qawîşa 2 a ya girtîgeha Evîn kirin. Di heman salê de bi awayek demkî hate berdan. 

Nasim Sultan Beygi berê jî cezayê girtigehê girtibû

Rojnameger Nasim Sultan Beygi ji zanîngeha Allameh Tabatabai ya li Tahranê beşa zanîsta têkiliyan temam kiriye. Nasim Sultan Beygi çalakvana berê ya xwendekaran e, endama daimî ya camiyeta rojnamegeran a Eyaleta Tahranê ye. Di rojnameyên Sharq, Arman, Iskanews, Shahrnousht, Sabzpress û gelek din de xebitiye. Berê jî ji ber xebatên sendikayê hatibû girtin û cezayê girtigehê girtibû. Ji ber beşdarî civînên xwendekaran bûye 6 sal cezayê girtîgehê li Nasim Sultan Beygî hatibû birin. Piştre doz birin dadgeha Temyizê cezayê wê daket 3 salan û dû salên ceza ya berdana bi kontrolê hatibû berdan.

Herî dawî dema ku ji Îranê derket li balefigeha navnetewî ya Humeynî Îmam ji aliyê hêzên ewlehiyê ve Nasim Sultan Beygî neqlî qawîşa 2A ya girtîgeha Evînê hat kiinr û heman salê bi kefaleta demkî hatibû berdan.