Êrişî rojnamegera ku hedef hatibû nîşandan kirin

Rojnameger Elena Milaşîna ku li Rustyayê tê nasîn û ji aliyê serokê Çeçen Ramazan Kadirov hatibû hedef girtin li Çeçenîstanê rastî erîşê hat.

Navenda Nûçeyan- Rojnameger Elena Mîlaşîna a ku li  Rusyayê wek rojnamegerek mihalîf tê nasîn  li Çeçenîstanê rastî erîşê hat.

Di daxuyaniya rêxistina mafên mirovan Memorial de hat diyarkirin ku wesayîta ku Elena Milaşina û parêzer Aleksander Nemov diçû Grozniya paytexta Çeçenîstanê ji aliyê kesên bi maske û çekdar ve hatiye rawestandin.  Belgeyên aîdî Elena Milaşîna û alavên teknîkî yên rojnameger zerar dîtin, rojnameger û parêzerê pê re bi giranî hatin derbkirin. Hat diyarkirin ku rojnameger li hemû laşê wî birîn bûne û gelek caran ji ser hişê xwe çûye. 

Diçûn dozê temaşe bikin.

Hate diyarkirin ku Elena Milashina û parêzer ji bo temaşekirina biryara doza Sarema Musayeva a ku hevjîna dadwerê berê yê ku dijberê serokê Rêveberiya Xweser a Çeçenîstanê Ramazan Kadyrov e, çûne paytexta Çeçenîstan Grozniyê . Sarema Museyeva ya 35 salî ku dihat darizandin par ji bajarê Nişni Novgorod ê Rûsyayê hatibû revandin û birin Grozniyê. Medya Rûsî radigihîne ku Sarema Musayeva di doza ku îro bi dawî bû, 5 sal û nîv di kampa kar de hat mehkûmkirin. Sarema Musayeva ji ber gendelî û erîşa li ser polîsek dihat dadgehkirin. Elena Milaşina yek ji wan dezgehên ragihandinê yên kêm ku bi bi rexne nezî hikûmetê dibe ye, nûçeyên berfireh derbarê doza Novoya Gazeta de çêkiriye û dosya amade kiriye.

Gef lê hatibû xwarin

Rojnameger Elena Milashina di sala 2020’an de ji aliyê Rêberê Rêveberiya Xweser a Çeçenîstanê Ramazan Kadyrov ve, piştî ku bi awayekî rexnegir li ser tedbîrên tund ên di têkoşîna li dijî pandemiya koronayê de hatine girtin, bi kuştinê gef lê hat xwarin.