Dorpêç û belavbûna nexweşiyan êşên koçberên Efrînê zêde dike

Rewşa jiyanî ya gelê Şehba li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwar e. Ji ber dorpêça ku hikumeta Şamê li ser ferz kiriye pêdiviyên sereke tune ne ne darman ne jî xurek digihîje wan.

RAPARÎN BEKIR

Şehba- Hikumeta Şamê 5 sal in dorpêçeke dijwar li ser Şehba û her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye lê ji Tebaxa 2022’yan ve ev dorpêç zêdetir kiriye, nahêle pêdiviyên bingehîn, sotemenî û derman bikevin herêmê ev yek jî bandorê li ser  tendirustiyê dike. Bi taybetî kantona Şehbayê di werza havînê de jêdera gelek nexweşiyan e. Weke nexweşiya leishmaniasis zêde bandorê li ser zarokan û kesên extiyar dike.

5 sal di ser koçberiya wan de derbas bûn û êşên wan duqatî bûne. Ji derveyî berxwedanê tu çare li pêşiya koçberên Efrînê nemaye bi hêviya vegera bajarê xwe Efrînê dijîn. Koçbera bi navê Hala Ebdulrehman Xelîl dibêje: “Sal bi sal rewşa me xirabtir dibe bi taybetî di werza havînê de ji ber ku pileya germahiyê zêde dibe, nexweşî belav dibin. Dorpêça li ser herêmê ferzkirî jî rê nade em bên dermankirin û gelek navendên tendirustiyê li ber girtinê ne û piraniya derman tune ne, dermanên heyî jî gelek kêm mane.”

‘Gelek siyasetên qirêj û plan li dijî me tên kirin’

Hala Xelîl dibêje: “Gelek siyasetên qirêj û plan li dijî me tên bikaranîn weke êrîş û dorpêça ku berdewam dike. Ev hemû bi armanca tunekirina berxwedana me ye lê divê bizanbin ku em van hemû êşan tehemul dikin tenê ji bo vegera Efrînê.”

Her wiha Ayşa Xilo destnîşan dike ku ew bi dijwarî di bin konan de dijîn ji ber ku kon wan ne ji sermaya zivistanê, ne jî germa havînê diparêzin û got: “Ev kon me ji tava rojê jî naparêzin. Malên me li Şehbayê jî rûxandîne û jiyan tê de nabe, tevî van hemû êşan vîna me xurt e û em ê van hemû pirsgirêkan derbas bikin. Havînê bi bilindûna pileya germahiyê gelek nexweşî belav dibin bi taybetî di nava zarokan de. Her wiha dorpêça hikumeta Şamê a ku li dijî me siyaseta birçîbûnê bi kar tîne êşên me zêde dike.”

Hevseroka Desteya Tendirystiyê ya Efrîn- Şehbayê; Aliya Mihemed dibêje: “Êşa koçberên kampan di havînê de zêde dibe, kêzik û kurm zêde dibin û nexweşiyên çerm belav dikin bi taybetî nexweşiya leishmaniasis.”

‘Ji ber dorpêçê nexweşî belav dibin’

Hevseroka Desteya Tendirystiyê ya Efrîn- Şehbayê; Aliya Mihemed dibêje: “Êşa koçberên kampan di havînê de zêde dibe, kêzik û kurm zêde dibin û nexweşiyên çerm belav dikin bi taybetî nexweşiya leishmaniasis.”

Aliya Mihemed destnîşan dike ku dorpêça herêmê ji çend salan ve ye êşa koçberan zêde kiriye wisa bûye ku êdî madeyên bingehîn nemane bi taybetî jî derman û alavên bijîşkî û sotemenî ku di encamê de navendên tendirustiyê tên girtin û rewşa gelek nexweşan xirab bûye. Her wiha nexweşiyên mîde û rovikan bi zarokan û kesên extiyar re zêde belav bûye bi riya xwarin û sebzeyên ku xirab dibin ji ber ku tunebûna elektrîkê saetên dirêj sarincok nîn in ku xwarinê tê de biparêzin.

Banga Aliya Mihemed ji hemû rêxistinên mirovî re ew e ku rewşa koçberên bi zorê hatine Şehbayê li ber çavan bê girtin, dergeh û riyan vekin da ku di wan mercên xirab de bikaribin bijîn.