Ber bi 11’emîn sala şoreşa jinê ve: Bi berdelên mezin bi ser ketin

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Yisra Îlyas a yek ji pêşengên Şoreşa Jinê ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye bal kişand ser dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ku her jin xwe tê de dibîne û got: “Bi pêşengiya jinan şoreşa me bû xwedî bingehek xurt.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Bi nêzbûna 11’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tirmehê ku mîna Şoreşa Jinê jî tê zanîn û belavî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bû, em jinên pêşengên şoreşê ku ji gavên destpêkê heya pêl dana şoreşê û heya roja me ked dane û têkoşiyane, guhdar dikin. Jinên ku bi ked, hewldanên xwe bûne bingehên şoreşê bê guman ji bo serketinê berdelên giranbûna dane û heya roja îro jî di hemû qadan de li refên herî pêş têdikoşin, ked û berdel didin.

Endama Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Yisra Îlyas jî yek ji jinên şoreşê ye di salên 1990’an de ji bo guhertina hişmendiya mêr û vekirina riya jiyana azad bi wekheviya herdu zayendan kar û xebatan di bin şert û mercên hişk ên rejîma Beasê de kar û xebatan daye meşandin. Yisra Îlyas a dayika 3 zarokan e, bi eslê xwe ji Til Temirê ye lê niha li bajarê Hesekê yê herêma Cizîrê bi malbata xwe re dijî. Yusra Îlyas a di zaningehê de heyanî sala dûyemîn a zaningehê dixwîne û paşê bi naskirina têkoşîna azadiya gelê Kurd beşdarî xebatên şoreşê dibe. Yisra Îlyas ku di salên 90’î de karên eniyê dimeşîne di heman demê de ji bo parastina zimanê Kurdî ji ber zextên rejîma Baasê di şertên wê demê de bi awayekê veşartî perwerde dibîne û dide ciwanên li derdora xwe.

Ji aliyê rejîma Baasê ve hat girtin

Yisra Îlyas ku behsa wan çaxan dike, bal dikşîne polîtîkayên rejîma Baasê ya bi taybetî wê demê di ciwanan de dihatin pêşxistin û dibêje ku li dijî van polîtikayan ew di nav hewldana hişyarkirina ciwanan de bûne. Yisra Îlyas wiha didomîne: “Wê demê rejîmê bihîstibû ku hin ciwan hene perwerde didin û ji vî alî ve wan didin hişyarkirin. Lêkolîn kir heya gihîşt şopa me navê min bihîstibû. Ez nexweş ketim, berê xwe da Şamê da ku dermana ji xwe re bikirim di vegerê de min dîl girtin. Ez nêzî heyvekê di zindanê de mam. Sîstema dewletan her dem zindanê derdixe pêş e, di wê zindanê de şerê psîkolojîk li dijî min didan meşandin. Gazî min dikirin û bi seatan li gelan wan dimam, tu pirs ji min nedikirin. Li ber çavên min îşkence li kesan dikirin da ku tirsê di dilê min de ava bikin. Lê min hesabê rojekê wiha kiribû û her min xwe xurt dikir. Piştî heyvekê ji be ku tu tiştek der barê min de îsbat nekiribûn min berdan lê ew şerê ku li dijî min dan meşandin nikaribû bandorê li ser min bikira ku ez ji dev karê xwe berdim û dûrî fikir û felsefeya Rêber Apo bimînim.”

Rojên zehmet lê bi wate

Yisra Îlyas destnîşan dike ku piştî derketina ji zindanê dest bi têkoşînekê hê çalaktir kiriye û wiha axaftina xwe berdewam dike: “Piştî ku ez ji şerê pskolojîk xelas bûm, rastî şerekî din hatim. Ev jî yê civakê bû, wê demê jinek biketa zindanê, di civakê de şerm bû, heya malbata min jî wisa didît ji ber ku malbata min jî ji nava wê civakê bû. Lê hevserê min bi vî rengî lê mêze nedikir ji ber ku ew jî girêdayî felsefeya Rêber Apo bû. Lewma min got ez ê li hemberî hişmendiya civakê ya hişk bisekinim û min têkoşînek pir mezin da meşandin. Zehmet bû lê dema mirov encam digre ew rojên zehmet tê ji bîr dike. Rast e karê me veşartî bû, zehmet bû lê rojên bi wate û bi nirx bûn tu carî ji hişê min naçin.”

Ji bo civakê derfetek mezin a guhertinê: Şoreşa jinê

Yisra Îlyas a bal kişand avakirina Partiya Yekîtiya Demokratîk a di sala 2003’an de hat îlankirin ku wekî endam cihê xwe tê de girtiye, wiha behsa wan roja dike: “Dema partî hat avakirin em pir kêfxweş bûn, wê demê min got jin êdî di aliyê siyasî de cih digrin ew ê bikaribin şoreşê ava bikin û bi ser bixin. Bi vî rengî û bi wê heyecanê me karê xwe di nava civakê de bi rengekî veşartî dida meşandin da ku em bikaribin civakê zan bikin û wan ji siyasetên qirêj bidin parastin. Di sala 2011’an de li Sûriyeyê krîzê dest pê kir, hikûmeta Şamê ji herêman vedikişiya. Di vê valahiyê de, yekîneyên parastinê û sazî û dezgehên rêxistinî hatin avakirin ku jinan pêşengî ji wan re kir. Şoreşa jinan şansek mezin ji bo her ferda di civakê de bû ku bikaribe xwe ji pencên koletî û desthilatdariyê xelas bike û jiyana li ser bingeha hevjiyana azad were avakirin. Pêşengiya me jî ji şoreşê re bi dildariyeke mezin, hezkirineke bêsînor bû ku di vê rojê de em bikaribin xwe bighîjînin her jina di civakê de, ji bo pêşeroja xwe û civaka xwe bi me re kar û xebat bide meşandin.”

‘Destkeftî bi berdelên mezin hatin bidestxistin’

Yisra Îlyas a bi kelecana wan rojan li ser destpêkirina Şoreşa Rojava qal kir wiha got: “Dema şoreşê dest pê kir min cihê xwe di avakirina Yekitiya Star de girt. Piştre rêvberiya Meclisa Bajarê Hesekê û niha endama Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê me. Ferqekî pir mezin hebû berê çawa me kar dikir û piştî şoreşê bi rengekî eşkere em çawa kar dikin û xwe birêxistin dikin. Şoreş encama wê kedê bû. Tiştekî pir xweş, bi nirx û wate ye dema mirov encamên keda xwe û hevalên xwe bi çavên xwe bibîne. Ev encam hişt ku em bêtir bi rêxistinê ve werin girêdan û ji bo guhertina hişmendiya mêr kar û xebat bidin meşandin. Dema YPJ hat avakirin ew heyecanek cuda bû, hêza jinan hat avakirin. Ev hêz me dît çawa gel ji çeteyên DAIŞ’ê xelas kir, gelê Şengalê parast. Di vê şoreşê de ajansa jinan, televîzyon, radyo, rêxistinên jinan, hêza parastina jinan hat avakirin. Divê em xwedî li destkeftiyên pîroz derkevin û wan ji êrîşan biparêzin. Ji ber ku ev deskeftî bi rehetî nehatine bidestxistin. Bi kedekî zor û zehmet, bi xwîna zarokên vê xakê hatiye bidestxistin.”

Jiyan bi destê jinan ji nû ve tê avakirin

Yisra Îlyas bal kişand ser dirûşma naneteweyî ya Jin Jiyan Azadî kir ku bi şoreşa jinan re deng veda û got: “Îro çavên her kesê li şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Dirûşma Jin Jiyan Azadî ne tenê gotin e, her jinek xwe tê de dibîne ku bi wê sirûşmê dikara civakek saxlem û wekhev bide avakirin. Rêber Apo dibêje ger civakek saxlem were avakirin dê bi pêşengî û rêvebirina jinan be. Ji ber ku ew civak wê vegere cewherê xwe yê rast, civakek xwedî dîrok, nasname û çand be. Civakek ji hev hez bike, her zindiyek hev temam bike dûrî ezezî, koletî, desthilatdarî û tundiyê be. Ji bo wê îro her kes gihîştiye wê baweriyê ku jiyana rast bi destên jinên azad tê avakirin.”

Li dijî êrişan banga yekgirtina jinan

Yisra Îlyas wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî ku jinan xwe birêxistin kirin, ji bo rêxistinkirina civakê û guhertina hişmendiyê ketin nava têkoşînek mezin û rastî êrîşek cidî ji aliyê dijmin ve hatin. Sîstemên desthilatdar projeya netewa demokratîk a ku azadiya jinan û hevjiyana azad esas digre qebûl nakin ji ber ku ew sîstem bêwate dimînin û civak êdî nema wan qebûl dike lewma îro li tevahî cihanê û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin tên hedefgirtin. Ev sîstem ji hêza jinan ditirse. Li hemberî wê jin bi dirûşma Jin jiyan azadî li tevahî cîhanê li hemberî vê sîstemê têdikoşin. Êrîşên ku niha pêk tên bi taybetî bi hedefgirtina pêşengên şoreşê dixwazin rê li ber felsefeya Rêber Ocalan ya ku jin tê de weke xwedawend, dîroknas, dayik tê pênasekirin bigrin. Lê em bawer in ku şoreşa jinan wê bi ser bikeve ji ber ku jin dema hêza xwe dikin yek dikarin jiyana azad biafrînin.”