Li Tirkiye daraz di biryarên parastina mêran de bi israr e!

Derbarê Serokê MHP ê Amedê Cîhan Kayaalp ê ji ber destdirêjiya zayendî dihat darizandin de biryara beraetê hat erêkirin. Dadgeha Îstînafê ya Erzirumê biryara derbarê bersûcê li navçeya Kop ya Muşê ji ber êrîşa zayendî di hat darazandin xira kir.

Navenda Nûçeyan - Li Tirkiye nûçeyên derbarê êrişa zayendî ya li dijî zarokan de li pey hev tên û dozger jî biryara xwe di aliyê mêrên bersûc de dide. 

Serokê MHP’a Amedê Cîhan Kayaalp ji ber destdirêjî li zarokek kiribû ji peywirê hatibû girtin. Biryara beraata derbarê Cîhan Kayaalp de ji aliyê dadgeha bilind ve hate erê kirin.

Dozger û aliyan li dijî biryara beraetê ya ji bo sûcên ‘tacîza zayendî’, ‘îstîsmara zayendî’ û ‘Bêparhiştina kes ji azadiya xwe’ hatiye dayîn, îtîraz kirin. Li ser vê yekê 7’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Kargêrî ya Herêmê ya Amedê îtîraz lêkolîn kir û serlêdanên hemû aliyan red kir.

Parêzerên zarok wê şexsî li Dadgeha Desteya Bingehîn (AYM) ji ber sûcên ‘îstîsmarkirina zayendî’ û ‘Bêparhiştina kes ji azadiya xwe’ li Dadgeha Bilind îtîrazê bikin.

Cezayê girtîgehê hat xirakirin

Li aliyê din Dadgeha Îstînafê ya Erziromê cezayê girtîgehê  yê 16 sal û 3 mehan ji ber êrişa êrişa zayendî li navçeya Kop ya Muşê li dijî zarokekê hatî kirin li S.S. hatibû birîn, xera kir û xwest rapora tenduristiya hişê yê bersûc bê amadekirin.

Komeleya Ewil Zarok û Jin bertek nîşanî biryarê da û got: “Kesê li Agiriyê zaroka me ya 8 salî îstîsmar kirî 16 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Lê ji ber ku dîsa rapora tenduristiyê ya aqil hate xwestin, ev ceza hate xerakirin. Gelo ma ber dikeve ku pergal ji ber bersûcên îstîsmarê were mijûlkirin?”