Li Semsûrê hê jî cenazeyên mirovan tên dîtin!

Di ser erdhejê 5 meh derbas bûn lê li Semsûrê hê jî jiyan asayî nebûye. Li bajarê ku welatî ji war û pêdiviyên herî bingehîn bêpar in, hê jî kesên ku cenazeyên wan nehatine dîtin hene. Herî dawî di rakirina xirbeyan de cenazeyê zarok û jinek hatin dîtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Semsûra ku di erdhejên 6'ê Sibatê de ji nîvî zêdetir avahiyên wê hilweşiyan, veguherî bajarekî wêran. Hat hînbûn li bajar hê jî hilweşandina avahiyên ku ziyaneke mezin dîtine berdewam dike tevî ku 5 meh derbas bûn jî 25 cenazeyên bêxwedî hene. Hemwelatî hê jî ji pêdiviyên bingehîn bêpar in.

Li Semsûrê ku bi erdhejê re zêdeyî 2 hezar avahî hilweşiyan, li gund û navendên navçeyan jî xisareke mezin çêbû. Tenê li navendê 5 hezar avahiyên ku xisar dîtine hatin tesbîtkirin. Li gundên çiyayî yên girêdayê navendê jî xaniyên ku hilneweşiyabin nemane. Di ser erdhejê 5 meh derbas bûn lê ji bo şêniyên bajar tiştek neguheriye.

Li bajar her der toz û duman e!

Tevî hemû îqazên saziyên hawirdor û tenduristiyê jî li bajêr xebatên rakirina xirabeyan, bêyî ku zirara wan li ser tendirustiya mirovan were fikirîn didomin. Piştî ku xirabeyên avahiyên hilweşiyayî hatin rakirin, niha jî avahiyên ku zirareke mezin dîtine tên hilweşandin û xirabeyên wan tên rakirin. Ji ber xebatên ku hê jî berdewam dikin, bajar di nava toz û dûmanê de dimîne. Hemwelatiyên ku ji toza ji bermahiyên xirabeyan belavî hewayê dibe bi bandor dibin, di konan de zehmetiyan dikşînin. Bermahiyên xirabeyan li du deverên wekî zeviya çandiniyê û rûbarê çem tên rijandin. Tevahiya rûbar bi bermahiyên xirabeyan tijî bûye. Bermahiyên ku li zeviya çandiniyê tên rijandin jî xuyaye dê tenduristiya mirovan bixe xeterê. Li bajêr giliyên nefesgirtinê, kuxik û îltîhaba qirikê zêde dibin, pispor pêşbînî dikin ku asbesta belav dibe dê di salên pêş de nexweşiyên cidî bi xwe re bîne.

Ava şebekeyê nexweşiyan çêdike!

Li bajêr pirsgirêka ava vexwarinê jî berdewam dike. Şêniyên Semsûrê yên ku ji ber xisara di lûleyên şebekeyê de ji ava vexwarinê bêpar in, her roj bi du şûşeyên ava ku ji aliyê keya ve tên belavkirin, rojên xwe derbas dikin. Welatiyên li gundên deştê dijîn, pêdiviyên xwe yên avê ji kanî û bîran bi cih tînin. Gelek kes jî ku ji ber ava vexwarinê diqede ava şebekeyê bi kar tînin, nexweşiyên gêjbûn û îshalê bi wan re çêbûne . Li bajarên konên ku penaberên Sûriyeyî lê dijîn jî ji ber pirsgirêka avê nexweşiya gurîbûnê derketiye û spî ketine serê wan.

Li goristana bêkesan 25 cenaze hene!

Li gorî hejmarên fermî li bajêr di erdhejê de 12 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Nasnemeya 25 kesên ku li goristana bêkesan hatine veşartin hê jî nehatiye tesbîtkirin, hat hînbûn ku herî dawî cenazeyê jina bi navê Ayşegul Karliyê piştî tesbîtkirina nimûneya DNA’yê ji goristanê hatiye girtin. Derket holê ku di meha dawî de 2 cenazeyên ku xirab bûne dane malbatan hene. Li bajêr gelek malbatên ku cenazeyên wan winda ne hene. Endamên malbatên ku ji bo cenazeyên winda di nav de jin û zarok jî hene nimûneyên DNA'yê didin, 5 meh in tu encam negirtin.

'Cenazeyên gelek kesên ku jiyana xwe ji dest dane winda ne’

Li bajarê ku xebatên rakirina xirbeyan berdewam dikin, 6'ê Hezîranê di roja 122’emîn a erdhejê de Taxa Turgut Reîs cenazeyê jineke bi navê Sude Nur Duran hat dîtin. Cenaze ji jêrzemîna ku tevî îsrara malbatê jî bi mehan li wê derê lêgerîn nehat kirin hat derxistin. Cenazeyê ku hat derxistin, li goristana şaredariyê hat definkirin. Dîsa li gorî îdiayên welatiyan di hefteya dawî ya meha Hezîranê de li taxa Bozbey a navenda bajêr cenazeyê zarokekî hat derxistin. Welatiyên ku xwestin dîmenê kêliya derxistina zarokê nasnameya wê/wî nayê zanîn bikşînin, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li bajer cenazeyên gelek kesên ku di erdheja li bajêr de jiyana xwe ji dest dane, hê jî nehatine dîtin. Ev yek jî tînê hişê mirovan ku cenaze bi xirbeyan re hatine rakirin.