Hejmara Filistîniyên ku li Cenînê hatin qetilkirin bû 12

Di êrîşên hêzên Îsraîlê yên li ser Kampa Penaberan a Cenînê de hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 12, 20 jê bi giranî 120 jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê ji Kampa Penaberan a Cenînê xwe vedikişînin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Cenîn ê li Şerîaya Rojava ku di bin dagirkeriya Îsraîlê de ye û li Kampa Penaberan a Cenînê, ji ber êrîşên Îsraîlê yên hewayî û bejahî 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 jê bi giranî, 120 kes jî birîndar bûn. Di daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya ya Filistînê de hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê li Cenînê Filistîniyek din jî qetil kiriye.

Leşkerên Îsraîlê xwe paşve kişandin

Li gorî nûçeya BBC’yê; leşkerên Îsraîlê, piştî operasyonên du rojan ên li dijî Kampa Penaberan a Cenînê xwe paşve kişandiye. Tevî ku paşvekişandinê dest pê kiriye jî dengê çekan û teqînan tê.

Artêşa Îsraîlê dema ku ji Kampa Penaberan a Cenînê ku nêzî 48 xistibû bin dorpêçê vedikişiya komeke çekdar ji hewa ve hedef girt. Têkildarî bûyerê daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Dema ku hêzên ewlehiyê ji Kampa Cenînê vedikişiyan, komeke çekdar hedef girt.” Têkildarî êrîşa li dijî koma çekdar de nehat zanîn ka mirî yan jî birîndar hene yan na.

Artêşa Îsraîlê di 3’yê Temûzê de bajarê Cenînê dorpêç kiribû

Artêşa Îsraîlê 3 Temûzê roja Duşemê di saetên şevê de li dijî bajarê Cenînê û Kampa Penaberan a Cenînê operasyon li dar xistibû, xistibû bin dorpêçê. Li gorî agahiyan di saetên êvarê de konvoya ku ji gelek wesayîdên zirxî yên artêşa Îsraîlê pêk dihat, ji Kampa Penaberan a Cenînê ku 48 saetan xistibû bin dorpêçê derketibûn û berê xwe daye bajarê Cenînê.