Fransayê 35 jin û zarokên malbatên DAIŞ’ê vegerand

Wezareta Karên Derve ya Fransayê destnîşan kir ku 35 jin û zarokên malbatên DAIŞ`ê yên welatiyên xwe ji qampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegerandine welatê xwe.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan 10 jin û 25 zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, vegerandine Fransayê. Li gorî daxuyaniyê, zarok radestî saziyên têkildarî lênêrîna civakî, jin jî radestî dadgehan kirine.

Fransa, ji ber derengmayîna di vegerandina welatiyên xwe ên li wan kampan de, di aliyê navneteweyî de rastî rexneyan hatibû. Li gorî AFP`ê, cara yekem di havîna 2022`an de 16 jin û 35 zarok, piştre di Cotmeha heman salê de beşeke din 15 jin û 40 zarok vegerandin Fransayê.  Wezareta Karên Derve ya Fransayê di Çileyê de ragihandibû ku wan 15 jin û 32 zarok vegerandine.

Ji 60 welatan malbatên DAIŞ’ê hene

Di wezaretê de wiha hat gotin: “Fransayê ji ber hevkariyê spasiya Rêveberiya Xweser a Kurdî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.” Li kampên Holê û Roj ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deh hezaran kes bi cih dibin, ku di nava wan de malbatên DAIŞ`yan ên ji 60 welatan hene.