Bi ser mala rojnameger Nazîla Marûbiyan de girtin

Ajanên Wezareta Îstixbaratê avêtin ser mala xwendekara rojnamegeriyê Nazîla Marûfîan a ku bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn kiribû. Di serdegirtinê de hin eşyayên wê yên şexsî hatin desteserkirin.

Navenda Nûçeyan – Xwendekara Rojnamegeriyê ya Zanîngeha Allamah Tabatabai Nazîla Marufian li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal a Twitterê ragihand ku ji aliyê ajanên “Wezareta Ragihandinê” ve bi ser mala wê de hatiye girtin. Nazîla Marûfîan, diyar kir ku dest danîne ser telefona destan, komputer û cîhaza wê ya tomarkirinê û got ku jê re gotine biçe 1'emîn Şaxa Serdozgeriya Evînê.

Nazîla Marûbiyan ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî ku di şoreşa “Jin, jiyan, azadî” de hatibû qetilkirin, ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û demekî girtî mabû.