Danaşîna Meral Daniş Beştaş taloq bû

Danaşîna doza Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş jê dihat darazandin ji bo nirxandina parêzeran hate taloqkirin.

Navenda Nûçeyan - Di Nîsana sala 2016’an de bi hevkariya AKP-MHP’ê di Destûra Bingehîn de sererastkirineke demkî hatibû kirin. Li ser vê yekê parêzbendiya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Meral Daniş Beştaş hatibû rakirin û piştre hatibû binçavkirin. Danişîna doza Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Erziromê Meral Daniş Beştaş ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, hate lidarxistin. 

Danişîn li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Meral Daniş Beştaş tevli danişînê nebû lê parêzerê wê Mesut Beştaş û Mehdî Ozdemîr amade bûn.

Parêzeran daxwaza rawestandina darizandinê kirin

Parêzeran diyar kirin ku ji ber Meral Daniş Beştaş parlementer e, xwestin di dadgehê de darizandin werin sekinandin. Heyeta dadgehê biryara nirxandina daxwazên parêzeran dan û danaşîn taloqî 5’ê Cotmehê kirin.