Di şeş mehan de 6 jê jin herî kêm 354 kes hatin darvekirin

Rêxistina mafê mirovan a Îranê eşkere kir ku li Îranê di 6 mehên îsal de 71 Beluc, 6 jê jin herî kêm 354 kes hatine darvekirin.

Navena Nûçeyan- Rêxistina mafê mirovan a Îranê di rapora weşandin de, bal kişand ku komara Îslamê lez dane infazên darvekirinê û carek din bang li civaka navnetewî kir ku bêdengiya xwe bişkînin û kuştina sivilan şermezar bikin.

Li gor raporê di 6 mehên sala 2023’an de li Îranê 71 jê Beluc, 354 kes hatin darvekirin. 206 kes ji ber medeyên hişbir, 122 kes ji bi zanebûn kuştin, 4 kes ji ber tecawizê, 5 kes ji ber serhildanên şoreşgerî, 2 kes jî ji ber bêrêzî li ol kirin hatin cezakirin. Di heman demê de hemwelatiyek ku xwedî dû hemwelatiyan, Îranîyek ku ji Tirkiye reviyayî û kesek din bi cezayê sixortî hatin darvekirin.

Bi giştî ji 354 hemwelatiyên hatine darvekirin, tenê 43 jê ango ji sedan 12 infaza wan ji aliyê medyaya fermî ve hate eşkere kirin. Di raporê de di 6 mehên destpêkê ya sala 2022’an de 261 kes, di 2021’an de 121 kes hatin darvekirin. Bi vî awayî îsal li gor heman dema îsal ji sedan 36 infazên darvekirinê hatine encamdan.