El Nîno dest pê kir: 3’ê Tîrmehê roja herî germ a cîhanê bû

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê destpêkirina şert û mercên El Nîno ragihand. 3’ê Tîrmehê wek roja herî germ a hemû deman li cîhanê hat tomarkirin.

Navenda Nûçeyan - Li gorî daneyên servîsa meteorolojiyê ya Amerîkayê, Navenda Neteweyî ya Parastina Jîngehê (NCEP) Germahiya ku di 3’ê tîrmehê ji 16,9 pileyî ya di Tebaxa 2016an de hat pîvandin derbas kir û rekor şikand.

3’ê Tîrmeha 2023’an, bi germahiya navîn a gerdûnî ya 17,01 pileya Celsius, roja herî germ a hemî deman li cîhanê bû.  Pêlên germê yên dijwar li seranserê cîhanê bandora xwe nîşan da, 3’ê Tîrmehê wekî roja herî germ a dîrokê hate tomar kirin.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ragihand ku şert û mercên El Nînoyê di 3’ê Tîrmehê de bi qeyda germahiyê dest pê kiriye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku El Nîno dê leza zêdebûna germahiya global zêde bike û hat destnîşankirin ku şert û mercên hewayê yên li deverên cuda yên cîhanê wê bi bandor bibe û pergalên hişyariya zû ji bo ewlehiya jiyanê krîtîk in.

Li Hindistanê 150 kes mirin

Li bakurê Afrîkayê germahî nêzî 50 pileyî bû. Li Hindistanê ji ber germa zêde 150 kes mirin. Li gorî ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, germahiya hewayê li bajarên Zehek û Hirmendê gihîşt 50 pile.