Piştî 48 rojên li ser lehiyê dibistanên Lîbyayê dest bi perwerdê kirin

Hikûmeta Lîbyayê ragihand ku li bajarê Derna û bajarên din ên rojhilata welat ku 48 roj berê ji ber lehiyên wêran bû, li hemû saziyên perwerdehiyê yên ji lehiyê bandor nebûne ji nû ve dest bi xwendina fermî bikin.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî di 29’ê Cotmehê de daxuyaniyek da û diyar kir ku li 85 saziyên perwerdeyê yên ji lehiyê bandor nebûne dest bi perwerdeyê kirine.

Di 10’ê Îlonê de, bahoza “Daniel” ya Deryaya Sipî li gelek deverên Rojhilatê Lîbyayê bandor kir. Bi taybetî bajarên Bîngazî, El-Beyda, El-Merc û Suse, li gel deverên din  jî yên ku herî zêde ziyan dîtine ye. Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî Mûsa El-Megarîf, bi şertê ku saziyên perwerdehiyê yên bêbandor sewqî stargehên bêwaran bên kirin, li herêmên ku zirar dîtine biryara rawestandina xwendinê da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pirtûkên dersê yên di dikanan de têra kêmasiya ku di encama hilweşandin û xisara pirtûkan de derketiye. Her wiha bal kişand ku "beriya ku li bajarê Dernayê lehî were jiyîn, 42 hezar û 870 xwendekaran di 103 saziyên perwerdeyê de dixwendin" hatine tomarkirin û diyar kir ku ew ê dest bi hejmartiya xwendekar, mamoste û xebatkarên perwerdeyê jiyana xwe ji dest dane bikin.

Berpirsa beşê ragihandinê ya Rêveberiya Kontrolkirina Perwerdeyê li Dernayê Ebdulah Bonja, der barê ji nû ve destpêkirina xwendinê li Dernayê de wiha got: "Sala xwendinê îro li gorî plansaziyeke temam a ku bi taybetî hatibû amadekirin dest pê kir. Plan destnîşan dike ku sê hefteyên pêşîn ji bo çalakî, semînerên hişyariyê atolye û lîstikên kêfê werin veqetandin."

Ebdulah Bonja di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Me li Lîbyayê gelek dibistanên ku di warê serkeftina akademîk de baştirbûn winda kirin û me gelek mamosteyên pispor jî winda kirin.” Ebdulah Bonja bal kişand ku planeke din heye ji bo mamostayên ku di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane bi mamostayên nû yên ku dê bi girêbestê re bên girêbestkirin. Ji bilî tevlîkirina mamosteyên rezerv di plana nû ya perwerdeyê de ku ji bo nehiştina kêmbûna hêza perwerdeyê hatiye çêkirin."

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kir ku hejmara kesên winda bûne 850 kes û tê texmîn kirin ku 4 hezar û 333 kesan jiyana xwe ji dest dane.