Nobeta Edaletê di roja 838’an de ye

Nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 838’an de berdewam dike. Malbatê vê peyamê da: ‘Teqdîr di destê wê daraza ku bi şeref û namûsê sond xwariye de ye.”

Riha-Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 838’emîn de ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye li mala xwe ya li Pirsûsê berdewam kir.

Malbata Şenyaşar  li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal Twitterê peyamek belav kir û bal kişand ser danişîna 2’yemîn a dozê ya dê di 18’ê Tîrmehê de bê lidarxistin û wiha got: “Em li dijî neheqiyê ne. Emê ji bo edaletê ranewestin. 838 roj in ev pankart li ber Edliyeya Rihayê daliqandî ye. Ev 5 sal in em tenê edaletê dixwazin. Di 18’ê Tîrmehê de yan wê dayê biçe Enqereyê yan jî wê dayê dawî li çalakiya xwe bîne û biçe mala xwe. Teqdîr di destê wê daraza ku bi şeref û namûsê sond xwariye de ye.”