‘Li Suweydayê rûyê rast ê hikumeta Şamê derket holê’

Aktivîsta mafên mirovan Îman Abu Assaf diyar kir ku li Sûriyeyê tevgera gel bi xwe derketiye holê û destnîşan kir ku li Suweydayê tevgera ku dest pê kiriye rûyê rast ê hikumeta Şamê derxistiye holê.

ROCHELLE JUNIOR

Suweyda- Xwepêşandanên gel ên ku piranî jin beşdar bûne li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê li dijî hikumeta Şamê dest pê kir berdewam dike. Endama rêxistina mafên mirovan a Suweydayê Îman Abu Assaf der barê qeyrana li Sûriyeyê û protestoyên ku li Suweydayê berdewam dikin de nirxandin kir. Îman Abu Assaf destnîşan kir ku li Sûriyeyê ji sala 2011’an ve heta niha tevgera gel berdewam dike û gel zextên astengiyê derbas kiriye.

‘Gel ber bi sefaletê ve hat kişandin’

Îman Abu Assaf, da zanîn ku bi şoreşa Sûriyeyê re tevgera gel bi xwe derketiye holê û wiha got: “Partiyên totalîter û hikumeta dîkator daxwazên gel ji nedîtî ve tên. Rejîma Sûriyeyê, bi gendeliyan gel ber bi birçîbûn û sefaletê ve bir. Gel hilweşîna aborî û civakî dijî. Ev rewş di heman demê de pirsgirêkên herêmî û navneteweyî bi xwe re anîn. Di navbera gelan de hiqûq û edalet bi awayê wekhev nayê pêkanîn û ev rewş li ser têgîna nasnameyan tevliheviyek çêkir. Di encama vê polîtîkaya rejîmê de yekitiya Sûriyeyê derket holê. Em vegeriyan beriya dewletê, qeyrana di warê nasnameyan de ket nava qeyranê vê yekê zêdetir ziyanê da Sûriyeyê.”

 ‘Têgehên netewperestî û cihêkarî ji nû ve zindî bûn’

Îman Abu Assaf, destnîşan kir ku partî veguheriye partiya mezhebî û eşîrî û wiha got: “Li Sûriyeyê bi awayekî zêde têgînên herêmî, netewperestî û cihêkarî ji nû ve zindî bûne. Hemû şoreşa ku ji aliyê gel ve tê encamdan ji yekê zêdetir rê û aliyê wê hene. Em di qonaxa şoreşeke nû de ne. Qeyrana aborî kûr dibe, gel hatiye rewşa xelayê. Ger wisa bidome, nêzikatiyên rejîmê heman be, ger biryara 2254’an neyê pêkanîn û civak rola ku dikeve ser milan pêk neyne, wê rewş xirabtir bibe.”

Îman Abu Assaf, amaje bi wê yekê kir ku yên hikumeta Şamê rexne dikin daketine qadan û wiha domand: “Di destpêka tevgerê de, rastî cuda bû. Rejîma ku kontrolê di destên xwe de digirt, gel heps dikir, zext dikir û hedef dida nîşandan. Tevgera gel a li Suweydayê, rûyê rast ê hikumetê derxist holê. Jin zêde bi hêz bûn, ji ber vê hatin girtin, rastî îşkence û tecawizê hatin û bi riyên herî dirinde hatin qetilkirin. Tevgera gelê Suweydayê binpêkirina mafan a rejîmê aşkere kir. Tevgera gel ji bo hemû kesan îsbat kir ku hikumeta Şamê hemû yekitiyan dike hedef dîktatorek zalim e. Jinan di dema rêveberiya Beşar Esad de gelek êş kişandin. Rejîma Esad zextên li dijî gel du qat zêde kir û civak ket bin zextê û wisa bû ku ji bo azadiya xwe nikare tiştek bike.”

‘Li ruxmê zagonan jî jin mafên xwe yên bingehîn nagirin’

Îman Abu Assaf îşaret bi wê yekê kir ku di partiya Baas de polîtakaya civakî ya mafên jinan de di nav heye tuen bûye û got: “Li ruxmê ku qanûn hene jî ji bi awayekî zagonî mafên xwe yên bingehîn nagirin. Rejîm teqlîda dema navîn dike. Guherînên ku ji bêdengkirina dengê femînîstan çêbûne gelek seranser in. Di qanûna medenî de madeyên ku mafên jinan binpê dikin hene, ji bo werin guhertin em ê têkoşînê bidomînin. Hebûna jinan weke dekorê ye di partiyên siyasî û saziyan de em li dijî wê ne.” 

‘Civak divê bi hemû endamên xwe azad be’

Îman Abu Assaf, bi bîr xist ku li gel tevgerên gel, kesên ku tên binçavkirin rastî gelek pêkanînên dijwar tên û wiha got: “Ev rewş bi delîlan hatiye belgekirin. Ji bo jin tiştên ku dijîn derbas bikin tedawiyên psîkolojîk dibînin. Di heman demê de gelek jinan di navendên binçavkirinê de endamên malbata xwe winda kirin û neçar man bepirsyariyên zarokên xwe bi cih bînin. Di encama xirabûna rewşa aborî de jin di nava bejariyê de ne. Hê di destpêka rê de ne û di qonaxa yekem de ne. Heta ku jin azad nebin, civak azad nabe divê civak bi hemû endamên xwe azad bibe.”