Li Mûşê du zarokên keç bi awayê bi guman mirî hatin dîtin

Li Gimgima Mûşê du zarokên 14 salî yên pola 8’an li maleke terikandî bi awayekî bi guman mirî hatin dîtin.

Navenda Nûçeyan-  Li Gimgima Mûşê xwendekarên pola 8’an P.A û Z.T. piştî ku êvarê venegeriyan malên xwe malbat li wan geriyan. Bavê P.A. li mala xwe ya li taxa Kultur a musteqîl ku kes lê rûnanê, keça xwe û hevala wê ya 14 salî mirî dîtin.

Piştî ku Cemal A. agahî da 112 Navenda Banga Lezgîn polîs û komên tendirustiyê hatin cihê bûyerê. Piştî ku li ser cenazeyên zarokên keç li cihê bûyerê lêkolîn hatin kirin, ji bo tesbîtkirina sedema mirina wan cenazeyan şandin Saziya Tiba Edlî ya Mûşê.