Jinên Ermenî: Şoreşa Rojava rê li ber jinan vekir

Jinên Ermenî bal kişandin xebatên xwe yên di Yekîtiya Jinên Ermen de ku 108 sal piştî qirkirina ku civaka Ermenî pê re rû bi rû ma hat damezrandin û gotin “Şoreşa Rojava rê li ber jinan vekir.”

DELAL REMEDAN

Heseke- Bi armanca komkirina jinên Ermen ên ku rastî komkujî û qirkirinan hatine Yekitiya Jinên Ermen di kongreya xwe ya 30’yê Tebaxa 2022’yan de hat ragihandin. Yekîtiya Jinên Ermenî ya li dijî qirkirina Ermeniyan a ji aliyê Osmaniyan ve hat pêkanîn gavekê tolgir e, ji bo parastina çand û nasnameyê têdikoşe.

Seroka Yekitiya Jinên Ermen Anahîd Qasabiyan a derbarê armanca Yekîtiya Jinên Ermen de axivî wiha got: “Jinên Ermenî ji destpêka şoreşa Rojava ve tevli karên saziyên rêveberiya xweser bûn. Di destpêkê de xwe di hemû waran de birêxistin kirin bi taybetî di warê leşkerî de ji bo bikaribin parastina xwe bikin û îro di rêzên pêşîn de li gel QSD’ê cihê xwe digrin parastina xak û gelê xwe dikin.”

‘108 sal piştî komkujiyan me kongreya xwe li dar xist’

Bi damezrandina Yekitiya Jinên Ermen hewl didin rola jinên Ermenî di civakê de aktîf bikin û wan vegerînin pergal û nasnameya wan. Anahîd Qasabiyan wiha got: “Ji bo jinên Ermenî li derve û li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kom bike damezrandina yekitiyê piştî demek dirêj ji kar û xebatan pêk hat. Me li derdora 80 civînan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist ji bo em xwe bigihîjînin hemû jinên Ermenî li herêmê me armancên yekitiyê yên bingehîn diyar kirin. Li ser vê bingehê kongreya yekemîn a jinên Ermenî li Hesekê piştî 108 salan ji komkujiyên ku ji aliyê Osmaniyan ve pêk hatine derbas bûn, hat lidarxistin.”

Xebatên ji bo parastina çandê

Anahîd Qasabiyan bal kişand biryarên girîng ên di kongreya xwe ya yekemîn de girtine û wiha pêl da axaftina xwe: “Piştî qirkirina Ermeniyan a di sala 1915’an de yên mayî bi zorê koçber bûn. Her yek bi aliyekî ve çû loma gel urf û adetên xwe ji bîr kir. Em hewl didin jinên Ermenî vegerînin kokên wan ên resen û fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin, çand û dîroka xwe ya windabûyî vegerînin. Em kongre û semîneran li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dixin.”

Gelek komîte di nava yekitiyê de hene

Anahîd Qasabiyan li ser beş û komîteyên ku di nav Yekîtiya Jinên Ermen de cih digre wiha got: “Gelek komîte di nava yekîtiyê de hene, yên ku bi taybetî bi perwerdekirina jinan û hişyarkirina wan re têkildar in. Em dewreyên fêrbûna zimanê Ermenî vedikin û semîneran li dar dixin ji bo dîrok û çanda xwe nas bikin û ji hişmendiya mêrsalarî û paşverûtiyên berê ku wan sînordar dikin rizgar bibin, xwe birêxistin bikin tevli hemû warên jiyanî bibin.”

Anahîd Qasabiyan axaftina xwe wiha domand: “Her wiha komîteya têkiliyan jî heye pêwendiyan di navbera rêxistin û tevgerên jinan de li dar dixe ji bo rola Yekitiya Jinên Ermen li ser asta cîhanê aktîf bibe û çalakiyan di nava civaka Ermenî de birêxistin dikin. Yek ji armancên wan ên sereke ew e ku qada şoreşê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li tevahiya Sûriyeyê berfirehtir bikin û piştgiriya hemû rêxistinên jinan bikin, diyaloga Sûrî xurt bikin ji bo çareyek bingehîn ji krîza li welat de bibînin.”

‘Me xwest yekîtiyek taybet ji bo jinên Ermen hebe’

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Civaka Ermen Losnak Kaforyan der barê xebatên Yekîtiya Jinên Ermen de wiha got: “Di dawiya salên 2019’an de Meclisa Civaka Ermen hat sazkirin. Ji bo ku Ermeniyên belav bûne bîne ba hev û hejmara malbatên wan li Bakûr û Rojhilatî Sûriyeyê hat diyarkirin. Lê me xwest yekitiyek taybet ji bo jinên Ermenî hebe ji bo jinan kom bike bi taybetî piştî hemleya kumkujiya ku rast hatine.”

‘Şoreşa Rojava rê li ber jinan vekir’

Losnak Kaforyan diyar kir ku Şoreşa Rojava ya bi navê şoreşa jinan tê naskirin, îro hemû qad li pêşiya jinan vekirine jinên ji hemû olan û pêkhateyan ji bo ku tevli kar û xebatan bibin xwe birêxistin bikin û xwe nas bikin dixebitin û got: “Tevî hemû komkujî û koçberkirina ji aliyê Osmaniyan ve li dijî Eremeniyan rûdane jî gelê me yê li Ermenistana Rojava dimîne rastî û binpêkirinan dibîne, bi taybetî jin û zarok.”

‘Hemû pêkhate hedef tên girtin’

Losnak Kaforyan di dawiya axaftina xwe de got: “Em teqez dikin ku divê jin kedeke mezin bidin ji bo dengê xwe bigihîjînin hemû cîhanê û kiryarên dijminên me eşkere bikin. Osmaniyan bi hemû rêbazên hovane şerê li dijî me kirin, îro heman dîmen li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dubare dibe. Hemû pêkhate tên hedefgirtin, Kurd, Ereb, Suryan û Ermen di hedefê de ne. Em bang li civaka navdewletî dikin ku sînorek ji kiryarên Tirkiyeyê re daynin û ji dest bêdengiya li hemberî binpêkirinên li herêmê rûdidin berdin.”