Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 8 hezar û 306

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref El-Qudra ragihand ku hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bûye 8 hezar û 306.

Navenda Nûçeyan – Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê Eşref El-Qudra derbarê êrîşên Îsraîlê de daxuyaniyek da. 

Wezaretê diyar kir ku di êrîşên ku ji 7’ê cotmehê vir va ji aliyê Îsraîlê ve li Xezayê hatin kirin de 3 hezar û 457 jê zarok 2 hezar û 136 jê jin bi giştî 8 hezar û 306 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara birîndaran jî bûye 21 hezar û 48.

25 nexweşxane ji xizmetê derketin

Wezîr da zanîn ku di encama êrîşan de 25 nexweşxane ji xizmetê derketine û got, 25 ambûlans jî hatine hedefgirtin û Îsraîl bi qestî ambûlans kirine hedef da ku nikaribin erka xwe ya xilaskirina nexweş û birîndaran bi cih bînin.