Doza Emîne Şenyaşar şandin buroya lihevkirinê

Danişîna doza Emîne Şenyaşar a ku bi îdiaya ‘heqaret’ li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î kiriye hat lidarxistin. Dosyeya darizandinê şandin buroya lihevkirinê.

Riha – Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên wekîlê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Danişîna doza Emîne Şenyaşar ku bi îdiaya ‘heqaret’ li Parlamenterê AKP’yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye hatiye vekirin, hat lidarxistin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê hat lidarxistin.

Hat diyarkirin ku danişîn di 24’ê Cotmehê de pêk hatiye û di danişînê de biryara birêvebirina darizandinê hatiye dayîn. Dadgehê têkildarî biryara xwe hincet eşkere kiriye û diyarkirin ku sûcê ‘heqaretê’ di çarçoveya lihevkirinê de ye.

 Di biryarê de hat gotin ku biryara sekinandinê hatiye dayîn û ji bo vê yekê jî biryar hat dayîn ku dosya ji bo Buroya Lihevkirinê ya Serdozgeriya Komarê ku bi dosyeyê ve eleqedar dibe hatiye şandin.