‘Di Berxwedana Serdemê de dîrok hat nivîsandin’

Mecdûlîn Zêno ku di Berxwedana Serdemê de weke endamek tendirustî cihê xwe girt û bi erka xwe ya mirovî û tendirustî radibû got: "Di Berxwedana Serdemê de gelek efsane û çîrokên dîrokî hatin nivîsandin."

HESNA MIHEMED

Şehba – Di 20'ê Çileya 2018’an de dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî li ser Efrînê êrîşên qirkirinê da destpêkirin. Di seat 4'an de piştî nîvroyê di wê rojê de êrîşên xwe bi 72 balafirên şer li seranserî navçe û gundewarên Efrînê dest pê kir. Berxwedana 58 rojan a li hemberî êrişên qirkirinê yê dewleta Tirk weke Berxwedana Serdemê hat pênasekirin. Di Berxwedana Serdemê de li dijî qirkirin û dagirkeriyê gel li seranserî rojên Berxwedana Serdemê li kolan û qadan bûn.

Li Efrîna berxwedêr, berxwedana ku dihat meşandin bi destên jinên Efrînî bû, bi pêşengiya wê gelek destan, çîrok û kêliyên têkoşînê hatin nivîsandin. Li dijî êrîşên ku dihatin kirin jinên Efrînê seferberiya xwe ragihandin û li eniyan, li ser sînoran û li kolanan bi şervanên xwe re parastina axa xwe kêlî bi kêlî kirin. Ji zarokên 7 salî heya kal û pîrên 70 salî cih di Berxwedana Serdemê de girtin û erkên ku dikevin ser milên wan bi vîn û çoş dikirin. Di berxwedana dîrokî de gel hêzê ji şervanên xwe digirt û li pey zarokên xwe bû.

Yek ji jinên berxwedêr a li Efrînê Mecdûlîn Zêno ye. Ew endama Heyva Sor a Kurd bû, weke hemşîre di Berxwedana Serdemê de roleke mezin lîst, bi taybetî li navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê di encama êrîşên ku dihatin kirin de û sivîlên ku dihatin hedefgirtin, li wê deverê Mecdûlîn bi erka xwe ya mirovî û tendirustî rabû, birîndaran pêşwazî dikir. Her wiha li kêleka şervanên xwe li eniyan bi erka xwe radibû, berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê didomand. Mecdûlîn Zêno behsa berxwedana li Efrînê kir.

'Me erka xwe ya tendirustî û mirovî pêk anî'

Di destpêka axaftina xwe de Mecdûlîn behsa berxwedana ku li Efrînê hatiye kirin kir û got: "20'ê Çileyê rojeke dîrokî ye li gel me, bi tifaqek navneteweyî û bi 72 balafiran dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe pêk anî. Ji roja ku êrîş hatiye destpêkirin li ser Efrînê em ketin nava tevgerê û me teslîmiyetê qebûl nekir. Weke endamên tendirustiyê erka me ew e em xwedî li gelê xwe derkevin. Ez li navçeya Bilbilê bûm û min li wê derê kesên birîndar pêşwazî dikirin, heya ku ew digihîştin nexweşxaneya li Efrînê me tedawa wan dikir. Dewleta tirk yekser gel hedef digirt û li malên wan dida, di encamê de gelek birîndar çêbûn û bi taybetî kesên bi temen mezin û zarok bûn. Dewleta tirk bi hovîtiyek dijwar êrîşî sivîlan dikir û gelek komkujî pêk anî. Êşa ku me li Efrînê kişandiye dijawrtir bû. Dema ku min birîndar pêşwazî dikir, me nizanibû kîja kêliyê em malbatên xwe jî di nava birîndaran de pêşwazî dikin."

'Me hêzê ji zarokên xwe digirt'

Mecdûlîn diyar kir ku di Berxwedana Serdemê de wan hêzê ji hev digirtin û wiha pê de çû: "Di Berxwedana Serdemê de me hêzê ji şervanên xwe digirt û wan jî hêzê ji me digirt. Me bi hev re berxwedan û têkoşîna xwe li dijî dagirkeriyê bi ruhekî didomand. 58 rojan bênavber me berxwedana xwe meşand li hemberî teknîka herî mezin. Jin û dayikên bi temen mezin li kêleka zarokên xwe sekinîn û bi her awayî piştgirî dan wan. Her wiha ji şervanên ku di çeperan de li dijî êrîşan şer dikirin re, xwarin amade dikirin û ji wan re dişandin. Ji ber dijwariya êrîşan li ser me em neçar diman gelek caran nuqteya xwe ya tendirustiyê ji bo ewlehiyê biguherînin. Bersiva gel jî her dem ew bû ku terka axa xwe nakin. Bûyerên ku me bi çav dîtin tu carî em nikarin ji bîr bikin û ji ber çavên me jî naçin."

'Em ê bi îsrar vegera Efrînê misoger bikin'

Mecdûlîn di dawiyê de teqez kir ku wê heya dawiyê berxwedana xwe li dijî dagirkeran bidomînin û vegera Efrînê misoger bikin û got: "Ji ber dijwariya êrîşên ku dihatin kirin em neçar man ji Efrînê derkevin û dagirkeriyê li ser xwe qebûl nekin. Berxwedana me niha li Şehbayê jî berdewam dike û em bi vîn û îsrar in. Berxwedana ku me li Efrînê dest pê kiriye û me hişt ku ev berxwedanî bibe berxwedaneke dîrokî em ê bi vê îsrarê vegera Efrînê misoger bikin û ji dagirkeriyê rizgar bikin."