Derbarê êrîşan de daxwaznameyek pêşkêşî Iraqê hat kirin

110 çalakvan, rewşenbîr, hunermend û rojnamevanan têkildarî êrîşên dewleta Tirk û rejîma Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê, daxwaznameyek pêşkêşî Parlementoya Iraqê kirin.

Silêmanî- Îro li Rêxistina CDO ya li bajarê Silêmaniyê 110 çalakvanên civaka sivîl, rewşenbîr, hunermend û rojnamevanan bi rêya civînek çapemeniyê daxwaznameyek têkildarî  êrişên dewleta Tirk û rejîma Îranê pêşkêşî Parlementoya Iraqê kirin.

Daxwazname ji aliyê Geşe Dara ve hat xwendin. Di daxwaznameyê de wiha hate gotin: “Wek li pêş çavên her kesê diyare, gelek salin dewleta Tirkiye û Îran bi berdewamî serweriya xak û asîmanê dewleta Iraqê binpê dikin. Bi taybet jî li Herêma Kurdistanê van dewletan kengî xwestine, bêyku guh bidin yasayên navdewletî û lihevkirinên hevbeş tawan û êrîşan dikin.”

‘Di êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane’

Di berdewamiyê de ev tişt hate gotin: “Di 10 salên borî de artêşa Îranê û dewleta Tirk a dagirker bi kîlometran derbasî nav xaka Herêma Kurdistanê bûne û 215 baregehên leşkerî avakirine. Ev jî binpêkirinek eşkere ye, ji sala 1990’an heta niha zêdetirî 850 welatiyên medenî di êrişên van her du dewletan de şehîd û birîndar bûne. Her du dewletan di nav xaka Herêma Kurdistanê de êrîşî gelek saziyên sivîl ên wek balefirxane, mal, bax, mizgeft û nexweşxaneyan kirine. Ji bilî wan jî gelek bax û zeviyên çandiniyê yên welatiyan şewitandine û dagir kirine. Ev êrîş bûne sedem beşek mezin a xwezaya herêmê xira bibe. Li gor daneyan, ji sala 2007 heta 2024’an ziyan gihaye yek milyon û 800 hezar donim zeviyên çandiniyê.

Em daxwaz ji her sê serokatiyên Iraqê dikin ku girêdayî erkên xwe yên destûrî yên taybet bi parastina xak welatiyên Iraqê bimînin. Li gor madeya 67’an a destûrê tevbigerin. Erkê Hikûmeta Herêma Kurdistan û civaka navdewletî ewe ku karên cidî û bilez ji bo pêşîlêgirtin û bi dawîkirina êrişên dijminane yên ji aliyê van her du dewletên dagirker yên Îran û Tirkiye ve li ser xaka Herêm û serweriya Iraqê tê kirin, bikin.”

Di dawiya daxwaznameyê de wiha hate gotin: “Ji ber êrîşan ji sala 1990’an ve zêdetirî 850 welatî bûne qurbanî. Daxwazê ji hikûmeta Iraq, Herêma Kurdistan û Neteweyên Yekbûyî dikîn pêşî li êrîşan bigrin.”