Dayikên Şemiyê ên ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin, hatin berdan

Di hefteya 954'emîn a çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê de polîsan êrişî çalakiyê kir û 30 kes binçav kirin, hatin berdan. Xizmên windayan diyarkirin ku dibin çavan de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî îşkenceyê hatin.

Stenbol- Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafê mirovan di çalakiya hefteya 954'an de ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin de ji aliyê polîsan ve hatin dorpêç kirin û ters hatin kelebce kirin û binçavkirin.

Êrîşa polîsan di erebeya binçavan de dom kir

Ên ku bi kelebçeya ters hatin kelebce kirin, birin Muduryeta Şûbeya Ewlehiya Muduryeta Emniyeta Stembolê ya li Cadeya Vatan. 30 kesên ku bi kelebçeya plastîk hatin kelebce kirin nêzî 9 saetan dibin çavan de man. Kar û barên îfadeyê dora saet 16:00’an de hate destpêkirin 30 kesan diyarkirin ku di erebeya polîsan a binçavkirinê de êrîşa polîsan berdewam kiriye. Xizmên windayan Masîde Ocak û Alî Tosun destnîşan kirin ku  di bin çavan de dibin berpirsyartiya dewletê de rastî îşkenceya hêzên ewlehiyê hatine.

Îşkence li parêzer Murat Çelîk hate kirin

Ji ber parêzer Murat Çelik diyarkiribû ku di dema binçavkirinê de kelebçekirina ters sûcê mirovatiyê ye û işkenceye, di dema dorpêça polîsan de ji aliyê polîsan ve hate derbkirin, piştî îşkenceya polîsan ji ber werim û şinbûna çavê xwe ji nexweşxaneyê rapora darbê girt. Hat zanîn ku wê Murat Çelîk der barê polîsên ku îşkence lê kirî de gilî bike.

30 kesên ku kar û barên îfadeyê xilas bûn, piştî kontrola tendirûstiyê ji sê nexweşxaneyên cûda ya Seyrantepe, Ikîtelli û Umranye hatin berdan. Navê 30 kesên hatine berdan wihaye:

“Hanîfe Yildiz, İkbal Eren, Mikail Kirbayir, Maside Ocak, Besna Tosun, Hasan Karakoç, Alî Tosun, Eren Keskîn, Leman Yurtsever, Cuneyt Yilmaz, Oya Ersoy, Gulendam Ozdemîr, Nîmet Tanrikulu, Umit Bîçer, Hayrettîn Pîşkin, Ezgî Çetîn, Şifa Nur Çetîn, Omer Kavran, Nazim Dîkbaş, Taylan Bekîn, İsmaîl Yucel,  Asli Takanay, Deniz Aytaç, Huseyin Aygul, Hatîce Onaran, Murat Çelîk, Seyid Doğan, Hunkar Yurtsever, Pelin Laçîn, Aydin Aydogan”