CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin

CFWIJ’ê, rapora xwe ya meha kanûna 2023’yan eşkere kir. Li gorî raporê, li dijî rojnamegerên jin 76 binpêkirin hatin kirin û 6 rojnamegerên jin jî hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Koolîsyona Di Rojnamegeriyê de Jin (The Coalition For Women In Journalism-CFWIJ), rapora xwe ya meha kanûna 2023’yan eşkere kir. CFWIJ’ê, di daxuyaniyê de da zanîn rojnamegerên jin ên Filistînî serdemeke pir giran jiyan û wiha got: “Meha kanûnê ji bo rojnamegerên jin ên Filistînî bû meha herî xedar.”

6 rojnameger hatin qetilkirin

Di berdewamiya raporê de hat destnîşankirin ku di meha kanûnê de li dijî rojnamegerên jin 76 binpêkirin çêbûne û ev binpêkirinên mafan jî weke zext, tundî, cînayet, gef, zexta qanûnû, êrişên fîzîkî û xwegihandina nûçeyan hatin rêzkirin. Hat diyarkirin ku li Fransa, Kolombiya, Kanada, Paraguay, Karadag, Pakistan û Sirbistanê herî kêm li 14 rojnamegeran gef hatin xwarin, 7 rojnameger ji kar hatine avêtin û 6 rojnameger jî hatine qetilkirin.

Îsraîl bi qetilkirina 6 rojnamegerên li Xezeyê di rêza duyemîn de ye

Di berdewamê de hat diyarkirin ku li Venezuelayê biryara astengkirina xwegihandina nûçeyên 13 rojnamegeran hatiye dayîn û di rêza ewil de ye. Her wiha bi qetilkirina 6 rojnamegeran li Xezeyê re Îsraîl di rêza duyemîn de, Avustralya û Karadag jî di rêza sêyemîn de cih girtin. Li gorî raporê; li Tirkiye, Mogolistan û Pakistanê 4 rojnameger hatin binçavkirin. Li Belarus, Mogolistan û Rûsyayê rojnameger hatin girtin û li Îran û Kazaxistanê jî ceza li 2 rojnamegeran hate birîn.