Fikarên derbarê aqûbeta rojnamevan Sahar el-Hawlanî de zêde dibin

Îdiayên “Rojnamevan Sahar el-Hawlanî ya li Yemenê ji aliyê Hûsiyan ve hatiye binçavkirin, ev nêzî 7 meh in di hucreya yek kesî de tê girtin, du caran rastî êrîşê hatiye û tenduristiya wê xirab dibe”, fikaran zêde dike.

Navenda Nûçeyan – Fikarên derbarê aqûbeta rojnamevan Sahar el-Hawlanî ya li Yemenê ji aliyê Hûsiyan ve hat girtin de, bi agahiyên li ser şert û mercên wê yên dijwar ên girtinê re zêdetir dibin. Çalakvan û rêxistinên mafên mirovan, daxwaza eşkerekirina rewşa Sahar el-Hawlanî, mîsogerkirina ewlehiya wê ya fîzîkî û derûnî û mîsogerkirina gihîştina wê ya mafên yasayî û mirovane dikin.

Tê îdiakirin ku Sahar el-Hawlanî di bin çavdêriya Hûsiyan de rastî binpêkirinên mafên mirovan ên cidî hatiye. Li gorî îdiayan Sahar el-Hawlanî du caran rastî êrîşê hatiye, ev nêzî 7 meh in di hucreya yekkesî de tê girtin û tenduristiya wê xirabtir dibe. Ger ev agahî bê piştrastkirin, ji ber tecrîda dirêj, êrîş û nebûna gihîştina tenduristiyê, derbarê ewlehiya wê de fikarên cidî hene.

Daxwaza eşkerekirina şert û mercên girtinê

Çalakvan û parêzvanên mafên mirovan, banga eşkerekirina cih û şert û mercên binçavkirina Sahar el-Hawlanî kirin. Çalakvanan xwest ku dermankirin, destûra ji bo hevdîtina bi malbat û parêzerê xwe re û parastina wê ya ji her muameleya xirab, pêk bê.

Çalakvanan, diyar kirin ku divê her gavek ku derbarê Sahar el-Hawlanî de bê avêtin, divê hûqiqî be û tekez kirin ku binçavkirin nikare bibe hincetek ji bo binpêkirina mafên bingehîn ên kesek, redkirina gihîştina wan a dermankirinê, astengkirina wan a ji danûstandina bi xizmên xwe re an jî astengkirina parastina xwe ya li ber dezgehek dadwerî ya pispor. Di vê çarçoveyê de rêxistinên mafên mirovan jî, ji bo rasterast eşkerekirina çarenûsa rojnamevana girtî û rewşên ku pê re rûbirû ye, banga ketina nav liv û tevgerê kirin. Rêxistinan, daxwaz kirin ku doz terkî bêdengiyê an jî agahdariya nerast neyê kirin.

'Divê bi daxuyaniyên hevgirtinê re sînordar nemîne’

Çalakvanan, diyar kirin ku divê nêzîkatiya ji bo doza Sahar el-Hawlanî, tenê bi daxuyaniyên hevgirtinê re sînordar nemîne û ji bo ewlehiya Sahar el-Hawlanî bê eşkerekirin, bingeha yasayî ya girtina wê diyar kirin û gihîştina wê ya lênihêrîna tenduristiyê û ragihandinê ya bi parêzer û malbata wê re bê mîsogerkirin, destpêşxeriyek qanûnî û li ser bingeha mafên mirovan bê meşandin.

Ev bang, tekez dikin ku fikarên li ser nezelaliya rewşa Sahar el-Hawlanî zêde dibe û divê demildest şert û mercên binçavkirina rojnamevan bên zelalkirin.

Çavdêr, diyar dikin ku divê mafên rojnamevan û girtiyan bê parastin û bang li Hûsiyan dikin ku derbarê sûcdariyan de daxuyaniyan bidin, destûr dibin piştraskirina serbixwe ya rewşa wê û ger ji ber girtina wê bingehek yasayî nebe, bê berdan.