Di sempozyûma li Iraqê de li ser rola jinan nîqaş hatin kirin

Navenda Dewi bi sempozyûmek bal kişand ser girîngiya beşdariya jinan di avakirina aştiyê de. Pispor û çalakvanan tekez kirin ku tevlîbûna jinan a biryargirtinê ewlehî û aramiya civakî xurt dike.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Iraq – Navenda Piştgiriya Pêşketin û Demokrasiyê Dewî duh, sempozyûmek bi sernavê "Rola Jinan di Avakirina Aştiyê û Aştiya Civakî de" li dar xist. Beşdaran diyar kirin ku xurtkirina beşdariya jinan di pêvajoyên avakirina aştiyê de faktorek girîng e ji bo parastina aramiya civakî. Tekez kirin ku hêzdarkirina jinan di pozîsyonên biryardayînê de dibe alîkar ku nakokî kêm bibin û aştiya sivîl xurt bikin.

Cîgira berê ya parlamentoyê Şiroq El-Ebayjî, li ser rola jinan di avakirina aştiyê de axivî. Bi lêkolînên zanistî behsa daneyên deh salên dawî kir, piştrast kir ku nîşaneyên têkildarî perwerde û beşdariya siyasî û aborî ya jinan, ji bo pêşketin û aramiya civakan dibin alîkar.

Şiroq rave kir ku balkişandina ser rola jinan nayê wê wateyê mêr ji aliyên neyînî berpirsiyar in, li ser bingeha daneyan û rastiyan der barê pêşketina mirovan de ye û wiha berdewam kir: “Dabeşkirina kar di qonaxên herî zû yên civakan de dest pê dike. Jin di destpêkê de bi çandinî, parastina xwezayê û parastin û baştirkirina jiyanê ve girêdayî bûn lê mêr bi nêçîrê ve girêdayî bûn. Lêkolîn li ser ezmûnên civakên curbecur, di nav de civakên Skandînavyayî yên ku bi asta bilind a aramiya civakî û rêjeyên kêm ên tundî û sûc tên zanîn, hatiye damezrandin. Beşdariya zêde ya jinan di pozîsyonên biryardayînê de bandorê li xwezaya van civakan kiriye û bûye sedem ku hinek welat tedbîran bigrin da ku gihîştina jinan ji bo pozîsyonên serokatiyê teşwîq bikin.”

Beşdariya jinan domdariya peymanên aştiyê zêde dike

Her wiha behsa lêkolînek Emerîkayê kir ku 154 welatan vedihewîne û têkiliya di navbera beşdariya jinan di çareserkirina nakokiyan de û pêşketinên ku di van civakan de tên dîtin lêkolîn kiriye. Diyar kir ku kir ku encamên lêkolînê nîşan didin her ku jin beşdarî danûstandinan, navbeynkariyê, çareserkirina nakokiyan û çavdêriya pêkanîna peymanan dibin, domdariya peymanên aştiyê jî ewqas bilindtir dibe. Hinek peymanên ku jin tê de di danûstandin, çavdêrî û beşdarî pêvajoyên çareserkirina nakokiyan bûne, dikarin bi dehan salan bidomin.

Ezmûna Rawandayê û rola jinan di bidawîkirina şer de

Di dema axaftinê de li ser hinek mînakên cîhanî axivî û behsa ezmûna Rawandayê ya salên 1909’î yên sedsala çûyî kir û da xuyakirin ku jinên li Rawandayê destpêşxerî kirine û mêrên ku beşdarî şer dibûn boykot dikirin. Her wiha zext li aliyên şer kirine ku li ser maseya danûstandinên aştiyê rûnên, da zanîn ku vê yekê ne tenê şer sekinandiye her wiha pêşî li vegera şer a paşerojê jî girtiye û rê li ber beşdariya jinan a di siyasetê de vekiriye ku, bi awayekî îro Rawanda di parlamentoya xwe de xwediyê rêjeya herî bilind a jinan e.

Jinên Iraqê di cihên biryarê de pêşeng bûn

Şiroq bal kişand ku jinên Iraqê di dehsalên çûyî de di pozîsyonên bilind de bûn da zanîn ku yekem jina wezîr di Rojhilata Navîn de li Iraqê bû, wiha got: “Rola jinan di parastina aştiyê de niha kêm bûye û derfetên pêwîst nadin wan ku bibin aliyekî çalak di ewlehiyê de. Divê jin di warê ewlehî, aştî û biryaran de xwedî rol bin. Iraq di sala 2000'î de yek ji welatên ewil bû ku biryara 1325'an a Neteweyên Yekbûyî pejirandibû.”

Li ser beşdariya siyasî ya jinan tu astengiyên qanûnî nîn in

Prof. Dr. Zemen Hamîd mamosteya qanûna cezayî diyar kir ku beşdariya jinan di desthilatdariya qanûndanînê de bi piranî bi riya sîstema kotayê pêk tê lê di desthilatdariya cîbicîkar û dadgeriyê de, li gorî mîsogeriyên destûrî, beşdariya wan tiştekî xwezayî ye û da xuyakirin ku dema mirov li qanûnên herdu aliyan dinêre, tu bergeheke qanûnî nabîne ku pêşî li tevlêbûna jinan a di siyasetê de, girtina astên serokatiyê yan jî cihgirtina wan di nava kesên biryarê didin de bigre.

Piştgiriya jinan bingeha avakirina nifşeke aştiyane ye

Çalakvan Ixlas Xalid jî diyar kir ku rola jin di civakê de xwedî rolên bingehîn in û tekez kir ku civaka piştgiriyê dide jinan û mafên wan diparêze, dikare nifşeke aştiyane û jêhatî ku beşdarî avakirina welat dibe mezin bike. Ixlas bal Xalid bal kişand ku tevî jin di nava fraksiyonên siyasî yên desthilatdar de hene jî rola wan di danûstandin û biryargirtinê de kêm e, nûnertiya wan di qada dîplomasiya derve de qels e û derfetên têr nadin wan ku bibin balyoz.

‘Pêdiviya me bi zagonên ku rûmeta jinan diparêzin heye’

Çalakvan Lehîb Rabêh Elî jî tekez kir ku divê piştgirî û parastin ji jinan re were dayîn, wiha behsa ezmûna xwe ya kesane û pirsgirêkên ku dîtibû kir: "Ji ber kevneşopiyan, min li dadgehê û ji aliyê civakê ve zordarî dît. Dema ducanî bûm rastî lêdanê hatim, ev yek bû sedem ku zarokekî bi nexweşiya Otîzmê (tîfa otîzmê) û tevgereke zêde bînim dunyayê. Divê qanûn û tedbîrên ku parastina jinan misoger dikin, rûmet û cihê wan diparêzin û ewlehiya wan a qanûnî û civakî peyda dikin, bên derxistin.