26 akademîsyen û çalakvanên siyasî daxwaza rawestandina darvekirinan kirin

Akademîsyen û kesayetên siyasî yên ji seranserê cîhanê, nameyek nivîsandin û daxwaza rawestandina darvekirin û tepeserkirinên li Îranê kirin. Di nameyê de der barê encamên şer û pêkanînên DYE-Îsraîlê de hişyarî hate dayîn.

Navenda Nûçeyan – 26 akademîsyen, nivîskar, çalakvanên siyasî û mafên mirovan, duh ji bo girtiyên siyasî yên li Îranê nameyek vekirî weşandin û diyar kirin ku ew bi wan re di nava hevgirtinê de ne û daxwaza rawestandina darvekirin û berdana girtiyên siyasî kirin.

Îmzakarên nameyê, êrîşên leşkerî û pêkanînên DYE û Îsraîlê yên li dijî Îranê şermezarkirin û rewşa girtiyên siyasî wekî ku di navbera du hêzên zordar de asê mane, binavkir.

Name, bi sernavê "Nameya Hevgirtinê ya bi Girtiyên Siyasî yên Îranî re: Şerê Emperyalîst û Darvekirinên Dewletê Bidawî Bînin’ hat weşandin. Di nav îmzekaran de Angela Davis, Judith Butler, Rashid Khalidi, Keeanga-Yamahtta Taylorû Michael Lowy cihdigre.

Îmzekaran, di nameyê de Komara Îslamî ya Îranê bi karanîna girtin, îşkence û darvekirinan ji bo tepeserkirina nerazîbûnê tawanbar kirin û DYE û Îsraîlê bi pêkanîna êrîşên leşkerî, hilweşandina binesaziya sivîl û kuştina sivîlan tawanbar dikin.

Name, balê dikişîne ser pêla girtin û darvekirinan a li Îranê û destnîşan dike ku komên civakî yên cûda yên wekî karker, bêkar, Kurd, Ereb, Belûç û koçberên Efganî, rastî zext û cudakariyê cûrbecûr tên.

Banga piştgiriyê

Îmzekaran, di dawiya nameya xwe de bang li rêxistinên civaka sivîl û komên dij-emperyalîst ên li seranserê cîhanê kirin ku piştgiriya xwe ji bo girtiyên siyasî yên li Îranê zêde bikin, bi wan re têkilî daynin û ji bo ku dawî li darvekirinan bê anîn û girtiyên siyasî bên berdan zextê li Komara Îslamî ya Îranê bikin. Her wiha di nameyê de daxwaza bidawîanîna êrîşên leşkerî û pêkanînên DYE û Îsraîlê yên li dijî Îranê kirin.

Kesên ku nameyê îmze kirin, ev in:

“Angela Davis- Girtiya siyasî ya berê, profesora navdar a malrûniş a li Zanîngeha Kalîforniyayê, Alberto Toscano- Profesorê malrûniş a teoriya rexneyî ya li Zanîngeha Londonê ya li Goldsmiths, Bernardine Dohrn- Profesora malrûnişt a hiqûqê ya li Zanîngeha Northwestern,Bill Ayers- Profesorê li College Unbound, Cherríe L. Moraga- Profesora malrûniş a li Zanîngeha Kalîforniyayê, nivîskarê femînîst ê Chicana û çalakvanê sivîl, Dan Berger- Profesorê Lêkolînên Etnîkî yên Berawirdî ya li Zanîngeha Washington Bothell, Hossam el-Hamalawy- Sosyalîstê Misrî, lêkolîner û girtiyê siyasî yê berê, Jairus Banaji- Dîroknas û Profesorê Dibistana Lêkolînên Rojhilat û Efrîkayê (SOAS) ya Zanîngeha Londonê, Jason Stanley- Profesorê Felsefeyê ya Zanîngeha Torontoyê, Judith Butler- Profesora li Dibistana Bilind û Zanîngeha Kalîforniyayê, Keeanga-Yamahtta Taylor- Nivîskarê "#BlackLivesMatter to Black Freedom," Profesorê Lêkolînên Afrîkî-Amerîkî ya li Zanîngeha Princetonê, Michael Löwy- Rêvebirê Malrûniş ê Lêkolînên Sosyolojiyê ya li Navenda Neteweyî ya Lêkolînên Zanistî ya Fransayê, Michael Mansfield- Parêzerê Mafên Mirovan û Azadiyên Sivîl, Mumia Abu-Jamal- Girtiya siyasî, mamoste rojnamevan û çalakvana sivîl, Nadia Abu El-Haj, Profesorê Antropolojiyê li Zanîngeha Barnard, Zanîngeha Columbia, Nisrin Elamin- Profesora Alîkar a Lêkolînên Afrîkî û Antropolojiyê li Zanîngeha Toronto, endama damezrîner a Koma Piştgiriya Sûdanê, Rashid Khalidi- Profesorê Emeritus ê Serokê Edward Said ê Lêkolînên Erebî yên Modern a li Zanîngeha Columbia, Rêvebirê Enstîtuya Lêkolînên Filistînî, Ricardo Jiménez- Çalakvanê civakî yê Porto Rîkoyî û girtiyê siyasî yê berê, Robin D. G. Kelley- Profesorê Dîrokê ya Los Angeles a li Zanîngeha Kalîforniyayê,, Ruha Benjamin- Profesorê Lêkolînên Afrîkî-Amerîkî ya li Zanîngeha Princeton, Ruth Wilson Gilmore- Navenda Mezûnan a Zanîngeha Bajarê New Yorkê (CUNY), Sinan Antoon- Profesorê Hevkar ê Wêjeya Erebî ya li Zanîngeha New Yorkê, romannivîs û helbestvan û Yek ji damezrîner û edîtorên kovara Jadaliyya,Walden F. Bello- Alîkarê Profesorê Sosyolojiya Navneteweyî ya li Zanîngeha Dewletê ya New Yorkê, Yasîn el-Haj Saleh- Nivîskarê Sûrî, muxalifê siyasî û girtiyê siyasî yê berê ya li Sûriyeyê.”