rojane
-

-

Li Sûdanê jinek 18 salî rastî destdirêjiya 4 çekdaran hat
Rojnameya Çavdêriya Mafên Mirovan a Cezîra, ragihand ku li herêma Umbadaya Omdurmanê çar çekdaran destdirêjiyê li jineke ciwan a 18 salî kiriye. Rêxistinên pêwendîdar banga parastina qurbaniyan û lêpirsîneke lezgîn û bêalî kirin.
-

Karesata şewatê li Cezayîrê mezin dibe bi dehan agir nehatine kontrolkirin
Pêleke nû ya şewatê li parêzgehên rojhilatê Cezayîrê belav bûye. Agirkuj ji bo girtina 64 agirên pêketî têdikoşin, di heman demê de nakokiya di navbera amarên fermî û tora dijîtal de tirsê zêde dike.
-

Danîmarka bi salan bêyî razîbûn rêbazên kontrolkirina zayînê li jinên Inuit sepandiye
Lêkolîneke dîrokî eşkere kir ku ji salên 1960’î pê ve ji ber polîtîkaya kêmkirina nifûsê ya Danîmarkayê, bi hezaran jinên Inuit ên li Gronlandê bi salan bêyî agahdariya wan bûn hedefa cîhazên kontrolkirina zayînê.
-

Îran bi 3-1 li Endonezyayê bi ser ket û derbasî nîvfînalê bû
Tîma neteweyî ya jinên Îranê di qonaxa çaryeka dawî ya Şampiyoniya Asyayê de bi encama 3-1 li Endonezyayê ser ket û riya xwe ber bi nîvfînalê ve vekir.
-

Femînîstan bertek nîşanî êrîşa zayendî ya li dijî jinên di bin çavan de dan
Li Tirkiyeyê îdiayên tacîza zayendî û muameleya xerab a li dijî jinên di bin çavan de, bûye sedema xwepêşandanên çalakvanên femînîst. Çalakvanan, bertek nîşanî pêkanînên ku li dijî jinên koçber û çalakvanên siyasî yên di navendên binçavkirinê de dan.
-

Qeyrana darayî li dermanxaneyan da: Deynê sîgorteyan gihîşt 77 trîlyonî
Serokê Komeleya Dermansazên Îranê ragihand ku deynê şîrketên sîgorteyê yê li ser dermanxaneyan bûye 77 trîlyon tumen. Çalakvanên pîşesaz hişyarî didin ku derengketina dravdanê û bilindbûna lêçûnan gefê li dabînkirina dermanan dixwe.
-

Ayşegul Dogan: Ji bo serketina pêvajoyê divê şert û mercên birêz Ocalan werin guhertin
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, der barê geşedanên dawî û pêvajoyê de li navenda giştî ya partiya xwe civina çapemeniyê li dar xist.
-

Li Qahîreyê jinek Yemenî û keça wê hatin kuştin
Cînayeta ku li Qahîreya paytexta Misrê hat jiyîn, bû sedema fikarên mezin. Jina Yemenî û keça wê ku ji bo dermankirinê hatibûn Misrê û demek dirêj agahî ji wan nedihat girtin, mirî hatin dîtin
-

Li Îranê bi zêdebûna enflasyonê bihayê xurek û xaniyan zêde bû
Li Îranê enflasyon zêde dibe, di şeş mehên ewil ên salê de gihîşt ji sedî 3.4. Zêdebûna lêçûnên xurek, xanî û hilberînê, zêdebûna enflasyonê, nîşan dide û diyar e ku dê bihayê her tiştî her biçe zêde bibe.
-

Li Yemenê pêla xizaniyê zarokan ji dibistanê qut dike
Rêxistina “Zarokan Biparêzin” ragihand ku li Yemenê ji ber şert û mercên xirab ên jiyanê û karkeriya zarokan, du sêyên zarokan naçin dibistanê. Bilindbûna biha û kêmkirina alîkariyan jî vê qeyranê kûrtir dike.
-

Li Sûdanê jineke ducanî ji aliyê hevjînê xwe yê leşker ve hat kuştin
Di mehên dawî de li Sûdanê tundiya navmalî û bêewlehî zêde bûye. Êvara roja Pêncşemê, li rojavayê Sûdanê leşkerekî Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) hevjîna xwe ya ducanî kuşt û piştre bi alîkariya cîranan cenazeyê wê veşart.
-

Hana Saman bi kişandina wêneyan rûyê kevin ê Silêmaniyê arşîv dike
Jineke ciwan bi kameraya xwe li nav bazar û kolanên kevin ên Silêmaniyê digere; wêneyên zarokan, extiyaran, cihên kevin ên bajêr dikşîne û hewl dide bîranînên bajêr ji bo nifşê pêşerojê biparêze.
-

Tulay Korkutan: Divê jin bi mekanîzmayên serbixwe beşdarî pêvajoyê bibin
8 endamên ku beşdarî civîna ewil a Desteya Çavdêrî û Nirxandinê ya ku ji bo şopandina çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêvajoya bêçekkirinê hat damezrandin bûn, hemû mêr bûn. Tulay, diyar kir ku divê jin bi mekanîzmayên serbixwe beşdarî pêvajoyê bibin.
-

Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi dewirgirtina koma 218’an didome
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, bi dewirgirtina koma 218’an, di roja xwe ya hezar û 135’an de bi biryardariyek mezin didome.
-

Li Cezayîrê zêdetirî 190 şewat derketin 12 mirî 54 birîndar hene
Piştî şewatên ku bandor li hin parêzgehên bakur û rojhilatê Cezayîrê kirin, hate ragihandin ku 12 kes mirine û 54 kes jî birîndar bûne. Li Cezayîrê sê roj şîna neteweyî hat ragihandin.
-

Komîsyonên Edaletê yên Ji bo Rojîn Kabaîş: Lêpirsîneke bi bandor nehat kirin
Komîteyên Edaletê yên ji bo Rojîn Kabaiş raporek li ser têkoşîna du salan bi raya giştî re parve kirin. Peyama ji aliyê parêzerê dozê ve hatî şandin, destnîşan kir ku lêpirsîn li ser îhtîmala "xwekuştinê" hatiye kirin.
-

Rojnamevana Cezayîrî Wasîla Bû Şarib koça dawî kir
Rojnamevana Cezayîrî û edîtora sereke ya nûçeyan li televîzyona giştî, Wasîla Bû Şarib piştî şerekî bi nexweşiyê re, di 58 saliya xwe de koça dawî kir.
-

Li Îranê li xwepêşander Leyla Ebolhusnî cezayê darvekirinê hat birîn
Leyla Ebolhusnî ya 43 salî û dayîka du zarokan, ji ber kişandina dîmenan li firoşgehek hat girtin û bi tohmeta "dijminatiya li dijî Xwedê" cezayê darvekirinê lê hat birîn.
-

Li Îranê îstatîstîkên xizaniyê hatin qedexekirin: Kêmxurekiya zarokan û enflasyon kûr dibe
Dema ku hikûmeta Îranê weşandina statîstîkên xizaniya kûr bi ‘qedexeya ewlehiyê’ vedişêre, daneyên fermî nîşan didin ku bi sed hezaran zarok rûbirûyî kêmxurekiyê ne û hêza kirîna malbatan bi awayekî xedar daketiye.