Bi pêşengiya jinan gelê Tûnisê li dijî zilm û qeyranê daket kolonan

Li Tûnisê bi beşdariyeke xurt a jinan li dijî neheqî, zilm û xirabûna şert û mercên jiyanê meşek hate lidarxistin. Xwepêşanderan daxwaza berdana girtiyên siyasî û çareserkirina qeyranên aborî kirin.

NEZÎHA BOÛSEÎDΠ

Tûnis - Beşdarên meşê, tekez kirin ku divê di nav qeyrana civakî û aborî ya girantir de şert û mercên jiyanê ya li Tûnisê werin baştirkirin. Xwepêşanderan, ji bo qutbûna av û elektrîkê ya dubare û bidawîanîna pratîkên kêfî yên li dijî çalakvanên jin û mêr, daxwaza çareseriyê kirin.

Tevî tedbîrên ewlehiyê û astengkirina welatiyan a ketina kolana Hebîb Roreqîba jî, piştî banga çalakiyê ya Partiya Komarî bi navê "Henase,Nefes” meşek bi beşdariya gelek jin û çalakvanan hate organîzekirin.

Jin di eniyên pêş de ne

Çalakvanên jin ên ku di civaka sivîl de dixebitin, di eniya pêş de cihgirtin. Di nav wan de Sana Bin Aşûr, çalakvana mafên mirovan û jinan a bi salan li dijî hikûmetên curbecur li Tûnisê têkoşiya û Nejat El-Ararî çalakvana jinan a ku bi Eniya Wekheviyê re dixebite hebûn.

Xwepêşanderan, pankartek  li wê "Bes e ji kaosê, bes e ji neheqiyê, bes e ji têkçûnan," re hatibû nivîsandin berz kiribûn û dirûşmeyên wekî "Bê siyaset, bê plansazî... welatê me çûye ber mirinê" qîr kirin. Xwepêşanderan daxwaza berdana girtiyên siyasî kirin û bang li Serok Qeyîs Saîd kirin ku ji erkê xer îstîfa bike û îdia kirin ku welat êdî nikare bêhêvîbûn û têkçûnan li hemû aliyan tehemûl bike.

Zilm û zext

Besma Bin Îsa, tîşortek bi navê çalakvana mafên mirovan Şeyma Îsa li xwe kiribû, wêneya wê hilgirt û bi kefiyek Filistînî beşdarî meşê bû. Besma Bin Îsa, pankartek bi nivîsa "Na ji zilm û zextê re" hilgirt û diyar kir ku ew bûye sembola jina ku ji bo azadiyê têdikoşe. 

Besma wiha got: "Ez meta Şeyma Îsa me. Îro ez ji bo ku zilm û zextê wê kişandiye û cezayê girtîgehê ya 20 salan yê neheq ya bi tohmeta komplo û terorîzmê lê hatiye dayîn bi dawî bikim, beşdarî vê meşê dibim.”

Besma Ben Îsa, diyar kir ku Şeyma Îsa mamoste, helbestvan û wênesaz e ku pir ji Tûnisê hez dike ye û wiha axivî: "Şeyma jineke azad e. Her cara ku em  li girtîgehê serdana wê dikin, ew moral dide malbatê û hewl dide ku ji sebra xwe hêzê bide me. Lê ji bo jineke Tûnisî ya azad, cezayek 20 sal pir zêde ye.”

Çima mafên jinan paşketin?

Efîfe Murad, paşketina mafên jinan li Tûnisê, kêmbûna av û elektrîkê û xirabûna şert û mercên jiyanê rexne kir. Efîfe Murad, her wiha daxwaza berdana Ebîr Mûsî ya 3 sal in di girtîgehê de ye û girtiyên din kir.

‘Lêçûna jiyanê zêde dibe û mirov di girtîgehan de tên girtin’ 

Leyla Îdyûdî ku beşdarî meşê jî bû, rewşa xirab a welat bi gotina ku Gelê Tûnisê êdî nikarin "bijîn" kurteber kir. Leyla Îdyûdî, diyar kir ku ne av û ne jî elektrîk heye, lêçûna jiyanê zêde dibe û mirov di girtîgehan de têne girtin û got ku divê rewşa welat biguhere. Ji ber ku di qada tenduristî, perwerde û jiyana civakî û aborî jî di nav de paşketin heye.