Ji sedî 94’ê nifûsa Xezayê hewceyê stargeh û pêdiviyên bingehîn in

Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku ji sedî 94’ê nifûsa Xezayê hewceyê stargeh û pêdiviyên bingehîn in. Li gorî nirxandinên mirovî yên zêde dibin, çar ji her pênc malbatan di stargehan de bi birçîbûneke krîtîk re rûbirû ne.

Navenda Nûçeyan – Kesên ku li Xezayê dijîn, ji ber şerê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve berdewam dike, berfirehbûna wêranî û bi kûrbûna kêmbûna pêdiviyên bingehîn re bi qeyranek mirovî ya girantir re rûbirû ne. Ev rewş zehmetiyên ku malbat pê re rûbirû dimînin girantir dike û pêdiviyên lezgîn ên di stargehan de hêj krîtîktir dike.

Malbatên ku di stargehan de dijîn bi birçîbûnê re rûbirû ne

Neteweyên Yekbûyî, di rapora xwe ya îro weşand de, diyar kir ku ji sedî 94’ê nifûsa Zîvala Xezayê hewceyê stargeh û pêdiviyên bingehîn ên malê ne. Ji ber hilweşîna binesaziyê ya berfireh û koçberiya berdewam, çar ji her pênc malbatên ku di stargehan de dijîn bi astên krîtîk an karesat ên birçîbûnê re rûbirû ne. Gihîştina sînorkirî ya xurekê jî peydakirina pêdiviyên bingehîn dijwar dike.

Li gorî rêxistinê, kêmbûna sotemenî, enerjî û pêdiviyên bingehîn ên li Xezayê şiyana mirovan a ji bo amadekirina xwarin, şûştin, hilanîna xurek û avê, peydakirina ronîkirinê û parastina xwe ji rewşên hewayê bi awayekî cidî sînordar dike.

Kêmbûna avê xetereyên tenduristiyê zêde dike

Her wiha di raporê de rewşa koçberan hate nirxandin û hate destnîşankirin ku gelek ji wan di kon û stargehên qerebalix de dijîn. Li van qadan, kêmbûna betaniyan, nivînan, amûrên çêkirina xwarin û pêdiviyên paqijiyê tê jiyîn û di heman demê de qutbûna elektrîkê û kêmbûna avê xetereyên tenduristiyê zêde dike û şert û mercên jiyanê xirabtir dike.

Hişyariyên NY’ê, di demekê ku li Xezayê qeyrana mirovî berdewam dike, avahî bi berfirehî zirar dîtin û ketina alîkariya mirovî û sotemeniyê sînordar de çêbû. Ev rewş pêdiviyên gel hêj zêdetir dike û kapasîteya bersivdayînê ya rêxistinên alîkariyê jî sînordar dike.