rojane
-
Dayika Cîhan Bîlgîn: Keça min di rêya heqîqetê de canê xwe feda kir
Dayika rojnamevan Cîhan Bîlgîn ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, Katibe Bîlgîn got, “Keça min şopdarê heqîqetê bû. Rêya gelê xwe hilbijart û ji bo gelê xwe canê xwe feda kir.”
-
‘Ji tirsa xwepêşandan û serhildanê zagona ‘Hîcaba bi zorê’ hat taloqkirin’
Parlamenterek Îranê ragihand ku ji tirsa xwepêşandan û serhildanê, zagona ‘Hîcaba bi zorê’ ji bo demeke nediyar hatiye taloqkirin.
-
Rojnamevanên jin ên Başûr: Em ê pênûs û kameraya wan li erdê nehêlin
Rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê têkildarî qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê pênûs û kameraya wan li erdê nehêlin.
-
Xizmên windayan: Em ê dev ji doza xwe bernedin
Di çalakiya “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizan” de aqûbeta Îhsan Haran ku piştî binçavkirinê hat windakirin hat pirsîn. Hevjîna Îhsan Haran Nesîbe Haran got: “Em ne serî ditewînin ne jî dev ji doza xwe berdidin.”
-
Di êrişên Îsrailê de ji heman malbatê 7 zarok jiyana xwe ji dest dan
Di êrişên Îsrailê ên li dijî herêma Cibaliya ya li Bakurê Xezayê pêkanî de, 7 jê zarok ji heman malbatê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-
Yekîtiya Jinên Ciwan: Em rê nadin dagirker derbasî Kobanê bibin
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kantona Firatê bi daxuyaniyekê tevlî sefeberiya ku hatiye îlankirin bûn û tekez kirin ku ewê rê nedin dewleta Tirk derbasî Kobanê bibe û wê li dijî êrişan parastina xaka xwe bikin.
-
Meclîsa Jinên Sûriyê: Ji bo Sûriyeyek azad û demokratîk bibin yek
Meclîsa Jinên Sûriyê bi dekrarasyonek daxwazên jinan ên ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk, dadperwer û azad aşkera kir û xwest ku di qada navnetewî de bihîstyariyek bê nîşandan.
-
TJA: Em ê berxwedana xwe bidomînin
Meclisa Dayikên Şemiyê û endamên TJA ên ku beşdarî çalakiya nobedê ya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo bûne qetilkirina rojnamevanan şermezar kirin.
-
Rojnamevanên jin ên bê Zincîr rapora têkildarî tundiya zayendî ya li Sûdanê eşkere kir
Rêxistina Rojnamevanên jin ên bê Zincîr, di rapora têkildarî sûcên tundiya zayendî û binpêkirinên yên li dijî jin û zarokên keç li Sûdanê weşandî de, bal kişand ser tecawîza komî, koletiya zayendî, îşkence û bûyerên revandin ê.
-
Dayikên Şemiyê rojnamegerên hatin qetilkirin bibîranîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta Rojnameger Îsmaîl Bahçecî yê 30 sal berê li Qada Galatasarayê hat qetilkirin hemû rojnamegerên hatin qetilkirin pirsîn.
-
Nivîskar û rêxistinên Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava bang kirin
Nivîskar, rêxistin û çalakvanên Başûrê Kurdistanê der barê rewşa Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belavkirin û gotin: “Divê hemû partiyên Başûr ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê erkê xwe bicih bîne.”
-
Dewleta Tirk di 5 salan de 13 rojnamevan qetil kir
Di êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, di nav 5 salan de 13 rojnamevan hatin qetilkirin û 7 jî birîndar bûn.
-
Li girtîgeha Patnosê girtiyên jin hatin derbkirin
Girtiyên jin ên li girtîgeha Patnosê diyar kirin ku ji aliyê gardiyanên bi ser qawîşê de girtine ve hatine derbkirin, destên wan ji pişt ve hatine kelemçekirin û wan xistine hucreyê. Rapora darbê jî nedan girtiyan.
-
Şanaz Îbrahîm qetilkirina rojnamevanan şermezar kir
Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed der barê qetilkirina rojnamevan Cîhan Bilgîn û Nazim Deştan de peyamek da û got: “Bêdengiya civaka navneteweyî li dijî hovîtiyê bû sedema qetilkirina 2 rojnamevanên Kurd.”
-
CPJ: Divê berpirsyar bên darizandin
CPJ’ê ji bo rojnamevan Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên di êrişê dewleta Tirk de de hatin qetilkirin, daxwaza lêpirsîneke berfireh û berpirsyar bên darizandin.
-
Rojnamevanên Mexmûrê: Em ê li her qadê şopdarên heqîqetê bin
Rojnamevanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi daxuyaniyekî bertek nîşanî hedefgirtina Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan û gotin: “Em ji dagirkerî û êrişên dewleta Tirk natirsin. Çi dikin bila bikin em ê li her qadê şopdarên heqîqetê bin.”
-
Ji bo girtina cenazeyê rojnamevanên hatin qetilkirin serlêdan hat kirin
Malbatên rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin ji bo girtina cenazeyan serî li ÎHD û OHD’ê dan.
-
‘Dê têkoşîna Eyşe Îman û Qamar bidome’
Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Zeyneb Delshîr diyar kir ku dê têkoşîna Eyşe Abdel Qader, Îman Ehmed û Qamar Al-Aswad ku di êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Mibicê de hatin qetilkirin berdewam bike.
-
RAJIN: Nazim û Cîhan bûn dengê her kêliya berxwedana Rojava
Koordînasyona RAJIN’ê bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kir û bang li sazî û dezgehên mafên mirovan, jinan û rojnamegeran kir ku li dijî sûcên dewleta Tirk bêdeng nemînin.
-
Li parlamentoya Misrê zêdebûna hejmara jinan hêviyan mezin kir
Li parlamentoya Misrê rojevkirina zêdekirina rêjeya nûnertiya jinan, zagona nû ya têkildarî pirsgirêkên jinan û bi hêzkirina zagonên heyî, hêviyan mezin dike.