Desteka jinên Cezayîrî ya ji bo mexdûrên şewatê: Çenteyê Rûmetê

Înîsiyatîfa "Çenteya Rûmetê" ku ji bo jin û keçên ku ji şewatên li bajarên Cezayîrê Jijel û Bejaia zirar dîtine hatiye destpêkirin, armanc dike ku pêdiviyên wan ên bingehîn ên paqijiyê bicîh bîne.

Cezayîr – Însiyatîfa "Bi Hev re Ber bi Pêşerojeke Baştir", tora Wassila AVIFE û rojnameya jinan a Cezayîrî (Le JFA) ji bo ku alîkariya jin û jinên ciwan ku ji agirên li çend deverên parêzgeha Jijel wêran bûn zirar dîtine, însiyatîfeke hevgirtina jinan bi navê "Çenta Rûmetê" dan destpêkirin. Însiyatîf, berî ku kampanyaya hevgirtinê berfirehî parêzgeha Bejaia bibe hat destpêkirin.

Însiyatîfa 'Çenteyê  Rûmetê' destek dide jinan

Ji însiyatîfa "Bi Hev re Ber bi Pêşerojeke Baştir" a TBD Algeria, Farah Lîna Şebûb got ku fikra 'Çenteyê  Rûmetê' bi hewldanekê dest pê kir da ku rewşa jinan li deverên herî bandordar fam bike. Piştî şoka destpêkê ya şahidiya şewatan, Farah dest bi têkiliya bi mirovên li parêzgeha Jijel re kir da ku hewcedariyên niştecihan binirxîne û pê hesiya ku jin û jinên ciwan di bidestxistina hin tiştên paqijiya kesane de zehmetiyan dikişînin. Ev yek bû sedema têkilîdanîna bi rojnameya jinan a Cezayîrî re û lihevkirinek ji bo destpêkirina însiyatîfek bi navê "Çenteyê  Rûmetê" ku tiştên bingehîn ji bo jin û jinên ciwan dihewîne.

Alîkarî hatin komkirin û şandin

Piştî ku li ser destpêşxeriyê li hev kirin, wan dest bi têkilîdanînê bi marqe û saziyên taybet ên ku cilên taybet û hilberên paqijiyê yên jinan peyda dikin, kirin. Li gorî Farah Şebûb bersiv zû bû û çembera beşdar û bexşvanan paşê berfireh bû.

Pêvajoya berhevkirina pereyan zû veguherî hewldanek kolektîf a jinan ku çalakvan, şervan û xwebexşên ji herêmên cûda beşdar bûn. Bi dehan ji wan bi saetan xebitîn, alîkarî rêz kirin, organîze kirin û amade kirin, berî ku ew veguhezînin û bighînin deverên bandordar.

Yekem karwana alîkariyê duh hate şandin

Yekem karwana hevgirtina jinan duh ber bi parêzgeha Jijel ve bi rê ket û çend rawestgeh li herêma El-Afat û gundên nêzîkî Taherê hatine plankirin. Armanca karwanan ew e ku alîkariyê bighînin herêmên bandordar, di nav de gund û deverên çiyayî yên ku dibe ku gihîştina wan dijwartir be.

Divê pêdîviyên zarokan ên dibistanê jî bên dabînkirin

Rêxistinvanên însiyatîfê tekez dikin ku hevgirtin divê bi bersiva destpêkê ya li hember karesatê bi dawî nebe, bi taybetî bi nêzîkbûna destpêka sala xwendinê. Gelek malbatan mal, milk û debara xwe winda kirine û hin zarokan endamên malbatê winda kirine. Ji ber vê yekê banga hevgirtinê ji bilî pêdiviyên din ên bingehîn, dabînkirina pêdiviyên dibistanê û dermanan jî vedihewîne.

Pêdivî bi nîşandana hevgirtina rastîn nîne

Lê însiyatîfa 'Çenteyê  Rûmetê' ligel alîkariya madî, prensîbeke bingehîn di bingeha xwe de datîne: rêzgirtina li rûmet û nepeniya qurbaniyan. Ji bo organîzatorên wê, êşa jin û keçan nikare bibe mijarek ji bo wênekêşiyê an reklamê. Li ser bingeha wê baweriyê ku hevgirtina rastîn ne hewce ye ku were nîşandan û rûmeta sûdmendan divê di rêza yekem a her çalakiyek hevgirtinê de bimîne.

Çenteyê  Rûmetê li ser bingeha bersivdayîna pêdîviyên jinan hate destpêkirin

Bi rêya 'Çenteyê  Rûmetê' însiyatîfên jinan ên beşdar, hewl didin ku di demên karesatan de modelek hevgirtinê pêşkêş bikin, li ser bingeha bersivdayîna pêdiviyên rastîn ên jinan, li ser çalakiya kolektîf û li ser prensîba ku em alîkariyê dikin, ji ber ku em di hevgirtinê de ne.