Çalakgerên Mexmûrê: Em bi felsefeya Rêber Apo mezin bûne
Li ser çalakiya nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, 1141 roj derbas bûn. Koma nû ya 219’an nobet dewr girt.
Mexmûr - Çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tîrmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 1141’an de didome. Îro koma 219’an nobet dewr girt.
Merasîma dewrgirtinê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma 218’an Mercan Kara daxuyaniyek xwend.
‘Em bi felsefeya jiyana azad a Rêber Apo mezin bûne’
Di destpêka daxuyaniyê de tekezî li ser azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û ev peyam hat dayîn: “Em weke jinên ciwan ên Komîna Şehîd Delîla ku perwerdeya wênegiriyê dibînin, bi felsefeya jiyana azad a Rêber Apo mezin bûne. Ji bo ku em rewşa Rêberê xwe ji raya giştî ya cîhanî û Kurdistanê re ragihînin ku Rêber Apo mîsogeriya jiyana me ya azad e û hebûna Rêbertî hebûna me ye, me ev çalakî da destpêkirin. Rêber Apo bi qudret û pêşdîtinên xwe yên mûcizeyî tecrîd û qalibên pergala zilumkar û desthilatdaran şikand. Girava Îmraliyê ji pergala îşkenceyê vegerand jiyanê û ji jiyanê jî vegerand azadiyê. Em bi vê çalakiyê mîsogeriya azadkirina Rêberê xwe dixwazin. Em dixwazin êdî ji îro pê ve bi Rêberê xwe re mezin bibin û pêş bikevin. Ji ber vê yekê, em vê çalakiyê girîng dibînin û wateyek mezin lê bar dikin.”
‘Em minetdarê lehengiya şehîdan in’
Di dawiya daxuyaniyê de şehîdên doza azadiya Kurdistanê hatin bîranîn û wiha mercan anî ziman: “Em careke din hemû şehîdên doza azadiya Kurdistanê bi bîr tînin û dibêjin em minetdarê wan in. Bi ruhê pêngava Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo pêşkêşî raya giştî ya Kurdistan û cîhanê kirî, em 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanî pîroz dikin. Heta ku Rêbertiya me fîzîkî azad nebe û azadiya wî misoger nebe, em ê çalakiya xwe bidomînin.”
Merasîm bi dewrgirtina koma 219’an û bi dirûşmeyan bi dawî bû.