rojane
-
Malpera Rojnameya Yenî Yaşam hat astengkirin
Malpera înternetê ya rojnameya Yenî Yaşam ku rojane tê weşandin hat astengkirin.
-
‘Heta em xeyalên wan pêk neynin şîna wan nagirin’
Hempîşeyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku di encama êrişên dewleta Tirk de hatin qetilkirin diyar kirin ku dê pênûsa wan li erdê nemîne û gotin: “Heta ku em xeyalên Nazim û Cîhan pêk neynin em şînê nagirin.”
-
‘Em ê li ser xeta Cîhan û Nazim bimeşin’
Rojnamevanên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî hedefgirtina hempîşeyên xwe Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan dan û pêyama “Em ê li ser şopa wan bigihîjin azadiya gelê xwe” dan.
-
‘Rojava ne tenê ji bo Sûriyê ji bo Rojhilata Navîn modela referansê ye’
Damezrênera Foruma Rojnamevanên Jin yên Derya Spî Marilú Mastrogiovanni diyar kir ku êrîş û komkojiyên etnîkî yên li Sûriyê, ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên SNA’yê tên kirin û got: “Rojava ne tenê ji bo Rojhilata Navîn modela referansê ye.”
-
‘Li Sûriyê şerekî nû li dijî azadiya jinan dest pê dike’
Berdevka Kongra Star a Qamişlo Ibtîsam El-Hisên destnîşan kir ku hikûmeta demkî ya Sûriyê bi biryar û hişmendiya xwe ya olperest û zilamperest, dixwaze rola jinan lawaz bike û bang li jinên Sûriyê kir ku azadiya xwe misoger bikin û destkeftiyan biparêzin.
-
Pêwîst e jin li hember serdema tarî ya tê xwestin, di têkoşînê de bibin yek – ANALİZ
Pêwîst e jinên li hember DAIŞ’ê şer kirin, li hember HTŞ'ê jî li tevahiya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û dinyayê berxwedanê bilind bikin, parastina cewherî xurt bikin. Tevgerên jinan ên dinyayê dikarin nehêlin ku Sûriye jî bibe Afganîstana duyemîn.
-
IFJˋê hedefgirtina rojnamevanan şermezar kir
IFJˋê êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk li dijî rojnamevan Cîhan Bîlgîn Nazim Daştan şermezar kir û bang kir ku divê hesab ji berpirsên hedefgirtina rojnamevanan li herêmên şer were xwestin.
-
Doza Şerîfe Muhamedî ji nû ve hat dîtin
Doza Şerîfe Muhamedî ya ku cezayê darvekirinê lê hatibû betalkirin, hat dîtin. Serokê dadgehê danişînê taloqî dîrokeke nediyar kir.
-
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê di roja 441’emîn de ye
Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir va li ser Zîvala Xezayê hatin kirin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 45 hezar û 206 û hejmara birîndaran jî bû 107 hezar û 512.
-
ROJIN: Hovîtî nikare şopdarên heqîqetê bitirsîne
ROJIN’ê qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kir û got: “Kesên ku di tarîtiyê de xwe vedişêrin, bila her tim ji lêgerîvanên heqîqet û ronahiyê bitirsin. Hovîtî û komkujiyên we, nikare me şopdarên heqîqetê bitirsîne.”
-
Rojnamevanên Êzidî: Wê ala herdu rojnamevanên heqîqetê her dem li ba be
Rojnamevanên Şengalê êrişa li dijî rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên dema êrişên dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk dişopandin hatin qetilkirin, şermezar kirin û gotin: “Wê ala herdu wan her dem li ba be.”
-
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Hûn nikarin rastiyê bêdeng bikin
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê tekîldarî qetilkirina rojnameger Nazin Daştan û Cîhan Bîlgîn daxuyanî da û got: “Em êrîşên li dijî çapemeniya azad şermezar dikin. Hûn nikarin rastiyê bêdeng bikin.”
-
Parlamentera Awisturyayî: Li hemberî dagirkeriya Tirk bê deng nemînin
Parlamentera Awisturyayî Meri Disoski anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye, ji bo piştgiriya Kurdan bang kir û xwest li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bê deng nemînin.
-
MKG û DFG'ê: Em ê qamera û pênûsên wan li erdê nehêlin
MKG û DFG'ê ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan daxuyanî dan û gotin: "Cîhan û Nazim, her tim bûne dengê heqîqetê. Çi dibe bila bibe em ê qamera û pênûsên wan li erdê nehêlin. Em ê ti carî dev ji ragihandina rastiyê bernedin."
-
CFWIJ: Hedefgirtina rojnamegeran sûcê şer e
Di Rojnamegeriyê de Koalîsyona Jinan têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn wiha got: “Hedefgirtina rojnamegeran, sûcê şer e.”
-
Înîsiyatîfa Rojnamevanên Kurd: Nazim û Cîhan şehîdên ragihandina azad in
Înîsiyatîfa Rojnamevanên Kurd têkildarî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan bîlgîn daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Em ê xeyal û armancên wan bibin serî. Em ê li keda wan li mîrasa wan xwedî derkevin."
-
YRA û YRJ: Cîhan û Nazim bi pênûs û kameraya xwe bûn zimanê heqîqetê
YRA û YRJ têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn daxuyaniyek hevpar dan. Hat gotin ku “Cîhan û Nazim bi pênûs û kameraya xwe bûne zimanê heqîqetê” û bang li sazî û rêxistinên rojnamevanan hat kirin.
-
Bi sedan kes li Şamê hikumeta demborî protesto kir
Bi sedan kesên ku li Qada Emewî ya Şamê kombûn, bi daxwaza demokrasî û mafê jinan hikumeta demborî protesti kir. Di çalakiyê de pankarta “Ger jin ne azad be welat jî azad nabe” hat vekirin.
-
DFG'ê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir
DFG’ê bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir û wiha got: “Bi hêza em ji wan digirin dê bi israr û bi înad rastiya vebêjin.”
-
Li Îranê krîza enerjî: Bandorê li jiyana jinan dike
Li Îranê ji ber ku ceyran û înternet her tim qut dibe, di karên ku jin dixebitin de gelek rewşên dijwar dertên holê. Jin dibin şerpezeyên herî sereke yên vê rewşê.