rojane
-

Parîsa Kamalî: Rojek bêyî darvekirin derbas nabe
Tomareke deng ya xwendekara girtî Parîsa Kamalî ku ji girtîgehê derketiye, li ser tora dijîtal deng veda. Kamalî di peyama xwe de bi tundî pergala dadweriyê û miameleyên li dijî xwepêşanderan rexne dike û balê dikişîne ser zêdebûna cezayên darvekirinê.
-

UNICEF: Li Sûdanê di nava şeş mehan de zêdetirî 300 zarok hatin kuştin
UNICEF’ê raporek weşand û ragihand ku li Sûdanê zarok bi “qirkirina bêdeng” re rûbirû ne. Her wiha bang li aliyên pêwendîdar kir ku zarok û sivîl werin parastin.
-

Şewba Ebola li Kongoyê ji kontrolê derketiye
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, vîrûsa Ebolayê ya cureyê “Bundibugyo” ji kontrolê derdikeve. Hejmara pêketiyan ji hezar û nîvî borî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ji bo vî cureyê bêderzî dest bi ceribandinên klînîkî kir.
-

Li Hoveyzehê xwepêşandanên ji ber krîza bêkariyê
Li parêzgeha Xuzîstanê ya Îranê, çalakiya rûniştinê ya aştiyane ya ciwanên bêkar ku daxwaza mafê xwe yê kar dikirin, bi destwerdana tund a hêzên ewlehiyê û girtina komek xwepêşanderan bi dawî bû.
-

Karsaza Kurd Nevîn Îl çû ser dilovaniya xwe
Karsaza Kurd Nevîn Îl ku ji bo karsazên jin xebatên gelek girîng meşand, vê sibê ji ber nexweşîna giran koça dawî kir.
-

‘Li Tirkiyeyê di 5 mehan de 303 zarok ji ber xemsariyê mirine’
FÎSA’yê rapora xwe ya “Binpêkirinên Mafê Jiyanê ya Zarokan li Tirkiyeyê” ya Çile-Gulana 2026’an weşand. Li gorî raporê, di nava 5 mehan de herî kêm 303 zarok mirine û bajarê ku herî zêde mirina zarokan lê çêbûye, Riha ye.
-

Bi fedakirina mafên jinan paqijkirina Talîbanê
Yekîtiya Çalakvanên Mafên Mirovan vexwendina şandeya Talîbanê ji bo merasîma dîplomatîk şermezar kir û hişyarî da ku dayîna statuya fermî tê wateya paşguhkirina zextên sîstematîk û rewakirina binpêkirina mafên mirovan.
-

Şerîfe Mihemedî dîsa vegeriya girtîgehê
Malbata aktivîsta mafê karkeran Şerîfe Mihemedî di şertên giran de ye û diya wê li nexweşxaneyê ye; tevî vê yekê piştî bidawîbûna betlaneya wê dîsa sewqî Girtîgeha Reşt Lakanê hat kirin.
-

Talîbanê 5 jin binçav kir
Zexta Talîbanê li ser jinan zêde dibe. Talîban bi îdiaya ‘li gorî quralên nixumandinê tevnegeriyane’ li Heratê 5 jin binçav kir.
-

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê bibin damezrînerên aştiyê
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê diyar kir ku tu civîna ewlehiyê nakeve pêşiya daxwaza gelan a ji bo azadî, wekhevî û aştiyê û wiha hat gotin: “Divê jinên bûne hedefa şer û tundiyê bên parastin, ne ewlehiya civîna bilind a NATO'yê.”
-

Mamosteyên jin bi perwerdeyên komîn xwe ji bo dema nû amade dikin
Mamosteyên jin ên Êzidî di perwerdeya 7 rojî de derheqê komîn û jineolojiyê de perwerde dîtin. Mamosteyan anîn ziman ku ew ê pêşî xwe, piştre zarokan perwerde bikin.
-

Li Xezayê ji ber ava qirêj mirov bi nexweşiyên nedîtî dikevin
Gelê Xezayê bi wêrankirina torên avê, kanalîzasyon û rawestandina alîkariya lezgîn a navneteweyî re, bi tabloyeke xeternak ku rewşa tenduristiyê xirabtir dike û nexweşiyên ji avê çêdibin re re rû bi rû ye.
-

Ji Heratê heta Kabulê pêla girtina jinan û belavbûna tirsê bûye jiyana rojane ya jinên Efgan
Li Efganistanê, zêdebûna girtina jinan bi tohmeta ‘serpoşa ne guncaw’ tirs û fikar di nav jin, zarokên keç û malbatên wan de belav kiriye, bandor li jiyana wan a rojane kiriye.
-

'Medyayên girêdayî dewletê rastiyê ji raya giştî vedişêre'
Edîtora Kovara Afaq Al-Mara Samiya Kurdî got divê qonaxa krîtîk a dîroka Sûriyeyê de, divê dengê jinan were bilindkirin û bê bihîstin, ji ber medyaya fermî têra xwe cih nade jinan ku fikarên xwe bînin ziman, divê ew serî li medyaya civakî bidin.
-

SOHR: Li Sûriyeyê ji ber bermahiyên şer 886 sivîlan jiyana xwe ji dest da
Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan raporek weşand û ragihand ku ji dawiya sala 2024’an û vir ve, ji ber teqîna bermahiyên şer 886 sivîl hatine kuştin ku di nav wan de 283 zarok û 55 jin hene.
-

Rojnamevan Berfîn Ay hat binçavkirin
Midûra Karên Nivîsê ya Rojnameya Azadiya Welat Berfîn Ay li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat binçavkirin û ew sewqî Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr kirin.
-

Xwendekarên li Silêmaniyê pirsên îmtîhanan protesto kirin
Li Silêmaniyê xwendekarên pola 12’emîn, ji ber xeletî û pirsên derveyî mufredatê yên di îmtîhana navendî de, li ber Rêveberiya Perwerdehiyê çalakiyek li dar xistin. Xwendekaran daxwaza telafîkirina puanên xwe yên windabûyî kirin.
-

Li Kordofanê fikara kûrbûna qeyrana kolerayê zêde dibe
Li herêma Mezrûb a ser bi Kordofana Rojavayê Sûdanê, ji ber hilweşîna pergala tenduristiyê şewba kolerayê ji kontrolê derdikeve. Sendîkaya Bijîşkên Sûdanê hişyariyeke lezgîn da û ragihand ku nexweşxane ji kapasîteya xwe zêdetir nexweşan qebûl dikin.
-

Rejîma Îranê cezayên darvekirinê yên giran dide jinan
Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, cezayê darvekirinê da Mahnaz Çardolî û destgirtiyê wê û Arefe Nazer jî mehkûmê 10 sal cezayên girtîgehê kir.
-

Li Başûrê Kurdistanê di 6 mehan de 27 jinan jiyana xwe ji dest dan
Li seranserê bajarên Başûrê Kurdistanê zext û tundiya sîstematîk li ser jinan her roj zêdetir dibe. Li gorî daneyên ku hatine komkirin, di nava 6 mehên destpêka salê de 27 jin hatin kuştin û fikar hene ku ev rêje bilindtir bibe.