Li Efganistanê hemû awayên xwepêşandanan hatin qedexekirin

Berdevkê Talîbanê, diyar kir organîzekirina xwepêşandanan “bi sîstema Îslamî re nelihevhatî ye” û ragihand ku li Efganistanê her cure xwepêşandan qedexe ne. Ev daxuyanî, piştî pejirandina qanûna nû ya "Şûrta" hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd, di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku xwepêşandan aydê civakên xwedî qanûnên cuda û pergalên demokratîk in û rêbazeke bi vî awayî di pergala Îslamî de nayê dîtin.

Zebîhullah Mucahîd, diyar kir ku di pergala Îslamî de divê nerazîbûn bi serlêdana saziyên pêwendîdar werin şopandin û çareserkirin. Zebîhullah Mucahîd, îdia kir ku organîzekirina xwepêşandanan dibe sedema windakirina demê, zirara milk, bêserûberî û kaosê û got ku qanûna polîsan a nû ya Talîbanê li gorî şerîeta Îslamî hatiye amadekirin.

Wezareta Dadê ya Talîbanê, beriya demek "Qanûna Şûrta" weşand. Di xala 50’emîn a vê qanûnê de dibêje; "Li ser axa Efganistanê her cure xwepêşandan qedexe ne." Qanûn piştî ku ji aliyê serokê Talîbanê Hibatullah Akhundzada ve hat pejirandin, hat weşandin. Her wiha ev yek ji pêşgotinek, du beş û 53 madeyan pêk tê.

Talîban dixwaze têkiliyên xwe yên bi DYE’yê re bi pêş bixe

Zebîhullah Mucahîd, di axaftina xwe de got ku pêdiviya Talîbanê bi têkiliyên dîplomatîk ên bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re heye, diyar kir ku têkiliyên di navbera Talîban û Emerîkayê de ji bo herdu aliyan sûdmend in û got ku têkiliyên aborî yên bi Emerîkayê re "yek ji pêdiviyên wan ên neteweyî ne. Her çendî ji bilî Rûsyayê tu welatekî din hikûmeta Talîbanê nas nekiriye jî Zebîhullah Mucahîd, îdia kir ku Talîban di pêşxistina têkiliyên dîplomatîk a bi welatan re bi pêş ketiye.

Zebîhullah Mucahîd, got ku berpirsên payebilind ên Talîbanê û serokên saziyên curbecur ên komê di sala dawî de ji bo ku têkiliyên siyasî û aborî bi pêş bixin, gelek caran serdana welatên cuda kirine.

Her wiha ragihand ku Talîbanê têkiliyên dîplomatîk û konsolosxaneyê bi Kuweytê re danîne û diyar kir ku niha li derveyî Efganistanê sê nûnertiyên siyasî û konsolosxaneyê yên rêxistinê hene. Zebîhullah Mucahîd, da zanîn ku ev yek Balyozxaneya Talîbanê ya li Kuweytê, Balyozxaneya Talîbanê ya li Berlînê û Balyozxaneya Giştî ya Talîbanê ya li bajarê Bonnê yê Elmanyayê ye.

Li gorî Zebîhullah Mucahîd, Qeter, Îmaratên Ereb ên Yekbûyî, Kazakistan û Pakistan jî li ser destnîşankirina balyozên li Efganistanê difikirin.

Li Îranê şandina zêdetirî hezar girtiyên Efgan

Zebîhullah Mucahîd, di vê civîna çapemeniyê de diyar kir ku hezar û 20 girtiyên Efgan ji Îranê û nêzî 120 kesên din ji Ozbekistan û Îmaratên Ereb ên Yekbûyî şandine Efganistanê hatine veguhastin.

Her wiha hat diyarkirin ku girtiyên li girtîgehên navendî û parêzgehê jî di nav de zêdetirî 15 hezar kes, di girtîgehên komî de ne.

Mucahîd, da zanîn di hinek rewşan de girtî hatine berdan û yên din jî cezayên wan ên girtîgehê kêm bûne lê berdevk amarên berbiçav ên hejmara van kesan nedan.