Ji destpêka 2026'an ve li Sûriyeyê hezar û 503 sivîl hatine kuştin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di navbera destpêka vê salê û dawiya Tebaxê de li deverên cuda yên Sûriyeyê 2 hezar û 240 mirin tomar kiriye. Çavdêriyê zelal kir ku ev hejmar hezar û 503 sivîlan dihewîne.
Navenda Nûçeyan – Li Sûriyeyê, di demekê de ku tedbîrên bibandor ji bo aramkirina rewşê nayên girtin, tundî berdewam dike, krîza mirovî girantir dike û metirsiya binpêkirinên berfireh li gelek herêmên Sûriyeyê zêde dike.
2 hezar û 240 keshatine kuştinn herî kêm hezar ji wan sivîl in
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku ji destpêka salê heta dawiya Tebaxê, ji ber sedemên ji ber tundiya berdewam, pevçûn, êrîşên çekdarî û aloziyên ewlehiyê li parêzgehên cuda hejmara miriyan gihîştiye 2 hezar û 240 kesan û di nav de hezar û 503 sivîl hene.
Hejmara qurbaniyan meh bi meh diguhere
Çavdêriyê destnîşan kir ku hejmara qurbaniyan li gorî tundiya pevçûnên leşkerî û meydanî, meh bi meh bi girîngî diguhere. Wê piştrast kir ku çawa werin verastkirin, ew ê çavdêriya xwe ya berdewam û nûvekirina daneyan piştrast bike.
‘Bila li hember kuştina sivîlan tedbîr bên girtin’
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûryeyê tekez kir ku windakirina domdar a jiyanê meh bi meh nîşan dide ku krîza mirovî nayê paşxistin. Çavdêriyê bang kir ku pêşî li parastina jiyana sivîlan bê girtin, nirxandinên siyasî û leşkerî li aliyek bên hiştin û ji bo rawestandina tundiyê û dûrxistina xwînrijandina bêtir a li welêt, tedbîrên lezgîn bên girtin.