YPJ'ê jineke Êzidî rizgar kir

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li Kampa Holê ku Operasyona Mirovî û Ewlehiyê lê didome jinekê Êzidî yê di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê hatiye revandin, rizgar kir.

Hesekê – Qonaxa Sêyemîn ji Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku li Kampa Holê hatiye destpêkirin didome. Di Qonaxa Sêyemîn ji Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de û di operasyoneke taybet de, Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) li ser malpera xwe ya fermî eşkere kir ku wan jineke Êdizî li gel du zarokên wê di fêza 3'emîn a Îraqiyan de rizgar kirin.

Hat zanîn ku navê jina Êzidî ya hat rizgarkirin Kovan Îdo Xotro ji gundê Herdan a Şangalê ye û 24 salî ye.