Di meha Çileyê de 2 ji wan jin 4 kes hatine qetilkirin

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî di meha Çileyê de 2 ji wan jin 4 kes qetil kirin û zêdekirî 50 kesî revandin.

Navenda Nûçeyan-Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn û Sûriyeyê bîlançoya sûcên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yên meha Çileyê  eşkere kir.

Li gorî rêxistinê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî 2 jin di nav de bi giştî 4 kes qetil kirine û 15 jê jin û 2 zarok 53 kes jî revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bal kişand ser guhertina demgorafiyê jî û da zanîn ku dagirkeran bi piştgiriya rêxistina bi navê Orang avahiyeke mêtîngeriyê li gundê Qetmê yê navçeya Şerayê ava kir û li goristana Şehîdan a li gundê Qaziqlî yê navçeya Cindirêsê jî avahiyeke din a mêtîngeriyê ava kirine.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrînê goristana Şehîdan wêran kiribû.