'Meşa Mezin a Azadiyê' di roja 4'an de berdewam dike

"Meşa Mezin a Azadiyê" li Agirî û Şirnexê tevî hewaya sar û barîna berfê di roja xwe ya 4'an de berdewam dike. Parlamenter Dîlan Kunt Ayan destnîşan kir ku armanca bingehîn a meşa wan azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Navenda Nûçeyan – Meşa Mezin a Azadiyê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin di roja xwe ya 4’emîn de didome. Di nav de Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Malbatên Girtî û Mehkûmên Med û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Hevgirtinê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya û Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) jî di nav de cih girtin. Parlementer îro ji navenda Colemêrgê derketin rê.

Meşvanên ku bi çepik û qîrîna dirûşman ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê ve hatin oxirkirin, li gundê Aşût ê navçeya Çelê ji aliyê welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Ligel barîna berfê jî eleqeyeke zêde ji bo meşvanan hebû. Di dema pêşwazîkirinê de bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Meşvan û kessên pêşwazî kirin bi hev re heta derketina gund meşiyan. Di meşa ku wêneyên rengîn derketin holê de coş gihîşt asta herî jor. Meşvanên ku li ser riya Suvarakutra bi meşaleyan meşiyan, piştî govenda azadiyê ber bi navçeya Elkê ya Şirnexê ve ketin rê.

Meşvan ber bi navçeya Elkê ve ketin rê

Meşvanan li navçeya Elkê ya Şirnexê, li gel stranên Kurdî govend gerandin. Girseya ku piştre bi dirûşma "Bijî berxedana zindanan" meşiyan, di ketina navçeyê de bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Meşê bi beşdariya navendê ber bi avahiya navçeya Partiya DEM’ê ve berdewam kir. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxedana zindanan", "Bijî azadî bimre koletî" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.

'Çareserî ew e ku birêz Ocalan li ser maseya muzakereyê cihê xwe bigre'

Meşvanên ku li ber avahiya partiyê hatin pêşwazîkirin, piştî silavkirina welatiyan yek bi yek daxuyanî dan. Parlamentera Rihayê ya DEM’ê Dîlan Kunt Ayan ku daxuyanî da, diyar kir ku bajar bi bajar, navçe bi navçe, gund bi gund bi gel re hatine cem hev û bi bîr xist ku meşa wan wê 15’ê Sibatê li gundê Amara yê Rihayê bi dawî bibe û wiha got: "Armanca sereke ya vê meşê misogerkirina azadiya Birêz Ocalan e. Bi vê daxwazê ​​em li dijî polîtîkaya asîmîlasyonê ya ku bi salan e li ser gelê Kurd tê meşandin, radiwestin. Dîsa divê birêz Ocalan weke muxatabê bingehîn ê çareseriya pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk careke din cihê xwe li ser maseya muzakereyê bigre. Ez we hemûyan bi coş û hurmet silav dikim.

'Em xwedî li çalakiyan derkevin'

Ji welatiyên beşdarî meşa azadiyê bû Cengîz Yerlîkaya jî diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan di 3 salên dawî de girantir bûye. Cengîz Yerlîkaya destnîşan kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û got ku gelê Kurd vê yekê qebûl nake û wiha berdevam kir: “Divê gel tevli van çalakiyan bibe û nirxên xwe biparêze. Girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. Ger deng ji Îmraliyê dernekeve dê ji girtîgehan cenaze derkevin. Weke xizmên wan divê em bêdeng nemînin û xwedî li wan derkevin.

‘Emê 4 rojan li gel Meşvanên Azadiyê bin’

Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî û wiha got: “Heta ku tecrîda li ser birêz Ocalan ne rabe wê şerê li Rojhilata Navîn jî bi dawî nebe. Ji ber wê divê hemû parastvanên mafan li dijî vê tecrîdê derkevin. Weke rêxistina Botanê em jî dê 4 rojan bi Meşvanên Azadiyê re bin.” Piştî axaftinan, girse derbasî avahiya partiyê bûn û li vir li ber stranan govend  gerandin.

 Piştî serdana vê derê wê meşvan derbasî gundê Roboskê yê girêdayî Qileban bibin û wê gorên 34 welatiyên di 28’ê kanûna 2011’an de hatine qetilkirin ziyaret bikin.

Meşvanên ku di baskê Qersê de cih digrin gihan Agirî

Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demoqratîk ku di baskê meşê yê Qersê de cih digrin, îro rawestgeha wan ya yekem bû navenda Agrî.  Meşvanên li navendê gihiştin hev, heta bûroya hilbijartinê ya DEM Partiyê meşiyan. Di meşê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Welatiyên li derdorê jî bi çepik û tililiyan piştgirî dan meşvanan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag li pêşiya bûroya hilbijartinê axivî û wiha got:

“Bindest û kesên têkoşîna demokrasiyê didin daxwaza wekhevî û edaletê dikin. Wekhevî û edalet ne bes e, divê bi azadiyê bên tacîdarkirin. Daxwaza me azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Em dixwazin bi meşa xwe rêya aştiyê vekin. Her wiha meşa gelan ên li dijî faşîzmê têdikoşin e. Îro ji bo pîşesaziya çekan û bazirganên çekan bûdçeyên zêde tên veqetandin. Gelemperiya bûdçeya welêt ji bo şer tê veqetandin. Ev bûdçe ji berîka gel derdikeve. Ger ev bûdçe ji bo gel bihata bikaranîn niha rewşa her kesî wê baş bûya. Vaye ev meş jî sekna li dijî vê rewşê ye.”

‘Li hercihê ku em biçinê emê vê daxwaza xwe bînin ziman’

Heval Bozdag diyarkir ku divê ev meş bibe rojev û nîqaş li ser bên kirin û got: “Divê siyaset dawî li siyaseta berê gelan didin hev bînin. Gelê kurd bedela vê jî dide. Em ê li her cihê em derbas dibin van daxwazan vebêjin. Îro li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Mercên nebaş hene. Girtî li dijî vê li ber xwe didin. Mirov li dijî bêhiqûqiyê bedel didin. Şikandina vê derhiqûqtiyê di destê me de ye. Lewma banga me j bo hemû gelan ew e ku bi hev re tevbigerin.”  Meşvan piştre ber bi navçeya Panosê ve ketin rê. Meşvan li vir bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin pêşwazîkirin. Meşvan bêyî ku guh bidin hewayê sar bi kesên ji bo pêşwazîkirina wan re hatibûn heta demekî dirêj xelekên govendê gerandin. Piştre jî ber bi bûroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ve meşiyan. Di tevahiya meşê de bênavber dirûşme hatin berzkirin. Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr axivî.

 ‘Em dixwazin teqez muzakere were destpêkirin’

Necla Demîr bi bîr xist ku ev 3 sal in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayên girtin û got: “Divê bingeha azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan bê avakirin û ji bo statûya gelê kurd rêyên guftûgoyê bên vekirin. Em dixwazin teqez muzakere bên destpêkirin. Meşa me li ser vî esasî dest pê kir. Dê li ser vê bingehê jî bidome.” Necla Demîr destnîşan kir ku ev 100 sal in gelê kurd êşê dikişîne û wiha dom kir: “Divê êdî hikûmet fêm bike ku gelê kurd gelekî berxwedêr e. Pratîka dewletê ya sedsalên dawî li holê ye lê berxwedana me jî li holê ye. Tu caran nekarîn bi zextan me bêzar bikin û bêdeng bikin. Berevajî vê, em roj bi roj bihêztir bûn.”

 Piştî daxuyaniyê meşvan derbasî bûroya hilbijartinê bûn û bi welatiyan re civiyan. Di civînê de beşên parastina Abdullah Ocalan hatin xwendin