Rêwîtiya ji Şamê dest pê kir li Kampa Holê bi gera li jinên Êzidî didome

Şervana Yekîneyên Antî Teror (YAT) Rojbîn Şam a ku tevli qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bûye da zanîn ku lêgerîna li jinên Êzidî yên di Fermana 74’an de hatin revandin yek ji armancên wan ên sereke ye.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku li Kobanê dest pê kir, bû jêder ji bo gelek jinan ku veguherin jinên leheng û pêşeng ji civaka xwe û Rojhilata Navîn re. Şoreşa Rojava bû dibistana yekem a jinan. Ji lewre Rojbîna ku ji Şamê bi rê ket, ber bi Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat û dest bi rêwîtiya heqîqetê kir.

Rojbîn Şam a ku ji paytexta Sûriye Şamê  tevlî nava refên  dibe,  ji dayikek Xirîstiyan û bavekî Ereb e îro li ser şopa Rojbîn Ereb a ku  jineke Ereb e û ji Lubnanê di sala 1993’an de beşdarî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe û di sala 1997’an de jiyana xwe ji dest dide bandor dibe.

Rojbîn Şam a ku beşdarî qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ji 27’ê Çileyê ve li Kampa Holê ya Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome bûye, ji ajansa me re axivî.

 Wehîda malbata xwe  bi hezaran şervan re dibe rêheval

Rojbîn Şam bi bersiva ku jin dikarin bikin, biryara beşdarbûna nava hêzê dide û ligel şervanên din bi keziyên hûnandî govenda azadiyê digerîne, wiha behsa vê xalê kir: "Piştî Operasyona rizgarkirina Reqayê bi dawî bû, jin rizgar bûn û dest bi xebatan kirin hêviyên min xurt bûn. Wê çaxê min ji xwe re got ku jin dikarin bikin û bi vê bersivê û bandorbûyînê, min biryara beşdarbûna nava yekîneyan da." Rojbîna ku wehîda malbata xwe ye bi hezaran şervan jê re dibin rêheval.

‘Jina îro naşibe ya duh’

Rojbîn Şam da zanîn ku divê jin ji fikr û felsefeya Abdullah Ocalan sûdê bigrin û wiha pêl da gotinên xwe: "Bi xwendina fikrên Rêber Abdullah Ocalan re min ferqa di navbera jina di malê de û ya îro de baş dît. Lewre ev gav ji bo jiyana min dibe xala werçerxê. Pêwîst e jin koletiyê ji xwe re nepejirînin, ne jinên herêma me ne jî yên Rojhilata Navîn û ne jî welatên derve. Ferqeke mezin ez dijîm niha, ji ber nêzîkatiyên rejîma Baasê îro jin di rewşeke xirab de ne lê li vir jin dikarin her karî bikin û di her qadê de têbikoşin."

‘Armanca me ya sereke rizgarkirina  jinên Êzidî ye’

Rojbîn Şam a ku yekem car e beşdarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dibe der barê operasyonê de wiha dibêje: "Fikrên DAIŞ’ê heta niha didomin. Lixwekirina çarşefên reş ji hêla jinan ve tê wateya ku heta niha koletiyê ji xwe re dipejirînin û ev dibe kûrkirina fikrên DAIŞ’ê. Teqemeniyên ku me dîtin û desteser kirin dihat wê wateyê ku jinên DAIŞ’ê amadekariyên êrîşên mezin dikirin.”

Rojbîn Şam bal kişand Fermana 74’an a di 3’ê Tebaxa 2024’an de li ser Şengalê rabû û di encamê de bi hezaran jinên Êzidî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û got: “Yek ji armancên me yên sereke rizgarkirina jinên Êzidî ye."

Rojbîn Şam bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî fikrên DAIŞ’ê têbikoşin, red bikin û werin em bi hev re li dijî terora heyî dest bidin hev, jinan ji fikrên tundrew xilas bikin û herêma xwe ji xeteriyan biparêzin."