Hejmara 49'an a Kovara Jin derket

Hejmara 49 a Kovara Jin bi berga “Jin, zarok, astengdar… Hê di bin enkazên ranta we de ne” hat weşandin.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 49 a Kovara Jin derket. Kovara ku bi berga “Jin, zarok, astengdar… Hê di bin enkazên ranta we de ne” hat weşnadin, bal kişand ser piştî erdheja roja 6’ê Sibata 2023’an jin, zarok û astengdarên ku bi sîstema rantê re rû bi rû mane û hemû zindiyên din têkoşînek çawa ya jiyanê dane.

Sernavên ku di hejmara nû de cih girtin wiha ne:

“* Di çend saniyeyan de jiyana kesan hat guhertin û rojên min ên li herêmên erdhejê… /Dîlan Babat

*Saleke di nava jiyan û mirinê de derbas bûye!/ Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari

* Li herêma erdhejê astengdarî/ Cansû Kaplan

*Di erdhejê de zarok/Ezgî Koman

*Piştgiriya şertên dewleta mêr/ Gulşen Demîr- Komeleya Jinan a Rosayê

*Gewdeyê malbatê, neolîberalîzma dewletê: Patriyarka Kapîtalîst/ Hulya Osmanagaoglu

*Tundiya li ser bingeha zayendî û cureyên tundiyê çi ne?/ Bêrîtan Onuk- Komeleya Jinan a Mîmozayê