Jinên Tûnisê: Di wesayîtên komguhêz de tacîza zayendî belav dibe

Li Tûnisê, tijîbûna wesayîtên komguhêz ên li ser kapasîteya xwe, dibe sedema zêdebûna bûyerên tacîza zayendî ya li dijî jinan û jinên li dijî tacîzê dengê xwe derdixin jî rastî gefan tên.

İHLAS HAMRUNİ

Tûnis- Li gorî lêkolîna ku Navenda Lêkolîn, Dokûmastasyon û Medyayê (Credev) di sala 2018’an de li ser nimûneyek jinên Tûnisê pêkanî de, ji sedî 90’ê jinan di wesayîtên komguhêz de rastî tacîza zayendî tên. Li Tûnisê jinên ji her temenî her roj di wesayîtên komguhêz de rastî tacîza zayendî tên. Tevî ku Tûnis yek ji welatên Ereb ên ewil tacîza zayendî sûc hesiband jî, jin ji ber tirsa demxe xwarinê bi gelemperî bêdeng dimînin û jinên kiryaran teşhîr dikin jî piştgiriya têrker nabînin.

S.B, diyar kir jin di wesayîtên komguhêz de rastî tacîza zayendî tên û got di metro an jî otobusan de ji carekê zêdetir rastî tacîzê hatiye. S.B, anî ziman ji ber tacîzê gelek caran fikiriye dev ji karê xwe berde û destnîşan kir lê li Tûnisê lêçûna giran a jiyanê û berpirsiyariyên wê yên mehane yên li hember malbata wê ev neçar dike ku her roj rêwîtî bike. S.B, wiha got: “Di saetên veguhestinên pir zêde dibin de wesayîtên komguhêz pir qerebalix dibin. Ev rewş bi kêrî kesên tacîzê tê. Jin jî li hemberê vê rewşê nikarin bigihijîn edaleta rast e.”

'Ji giliyê encam nay girtin’

M.N a 20 salî, da zanin di otobusa ku berî çend mehan siwar bibû de rastî tacîze hatiye û tiştên jiyan kir bi van gotinan vegot: “Tevî ku di vê demê de otobus zêde qerebalix nebû jî, mêrekî 50 salî xwest min tacîz bike. Bi devkî min tacîz kir. Dema ku ez ji wir dûr ketim, li pey min ket û hêdî hêdî hewl da xwe nêzî min bike. Hereketên dij exlaqî kir û gotinên  bêexlaq dikir. Piştre bi amûra birînê gef li min xwar. Ev hemû li ber çavên rêwiyan pêkhat. Ev rewş bû kabûsa jinên Tûnisê. Dema em bi hevalên xwe re sohbet dikin, em fêm dikin ku piraniya wan bi heman rewşê re rû bi rû ne. Hevala min a 6 mehî ducanî jî di nav de, gelek hevalên min di wesayîtên veguhestina giştî de rastî her cure tacîzê tên. Ji ber neçariya şopandin û eşkerkirina kiryarê tacîzker gelek caran gelek jin ji giliyên xwe encam nagrin. “Ji malbata xwe re nabej e, ji ber ku dibêje dibe ku dev jê xwendina xwe berde.”

'Hemû jin hedef tên girtin'

Dhahabia Ben Diaf, destnîşan kir li Tûnisê diyardeya tacîza fizîkî ya li dijî jinan bi awayekî zêde belav bûye. Dhahabia Ben Diaf qerebalixiya rojane ya di otobus û metroyan de wek şerm pênase kir û wiha got: "Wesayîtên komguhêz gelemperî qerebalix in. Wesayîtên komguhêz ji kapasîteya hejmara rêwitiyan pir zêdetir e. Ev rewş di navbera welatiyan de gelek caran dibe sedema şer. Hin jin dema li dijî tacîzên zayendî tên dengê xwe derdixin, rastî gefan tên. Hemû jinên di otobus û metroyê de tên hedef girtin.”

Ji bo jinan sepan

Ji jinan Dalila Nasrlî jî diyar kir ku di wesayîtên komguhêz de tacîz berfirehî tê jiyîn û wiha got: "Kesên tacîzkar, bêdengiya jinan a di van mijaran de wek qelsî dibînin û wan motive dike ku ev kiryarên nefret bidomînin. Di wesayîtên komguhêz de li dijî tacîzên li ser jinan pankartên wekî 'Tacîzkar dikare bi me re siwar bibin’ û ‘Bêdeng nebe, tûye bêdeng nemînî’ hatin daliqandin û hîn kampanyayên hişmendiyê hatin destpêkirin. Li aliyê din ji bo gilîkirina bûyerên tacîzê yên li kolanan pêktê, sepana 'Yazina' ya ku tê wateya 'Ji mer e Bes e’ kete xizmet e. Lê ev hewildan heta niha encamên têr nade û pêşiya bûyerên tacîzê asteng nake.”