Bendewariya wan ji dewletê tune ye tenê mafê xwe dixwazin

Erdhejzedeyên Elewî yên Antakyayê diyar kirin ku ji aliyê dewletê ve rastî cihêkariyê hatine û bi tenê hatine hiştin, dan zanîn ku tu bendewariyek wan ji dewletê tune ye, tenê dixwazin pirsgirêkên bicihbûnê ku mafên wan e werin çareserkirin.

MEDÎNE MAMEDOGLÛ

Antakya- Piştî erdehaja 6’ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû, li Antakyayê erdhejzede hê jî ji derfetên tendirustî, ava paqij û bicihbûna ku mafên wan e bêpar in. Ji erdhejzedeyên Antakyayê Îlkay Yîgît diyar kir ku ji ber nasnameya Elewî ji ava paqij û bicihbûnê bêpar mane.

‘Em tenê dengê kepçeyan dibihîsin’

Îlkay Aslan ku di konteynirê de bi dayika xwe re dijî, destnîşan kir ku piştî erdhejê salek e pirsgirêkên wan nehatine çareserkirin û got: “Em bi tenê hatin hiştin û jibîrkirin. Li bajar tiştek bi rêk û pêk nebûye. Tenê em dengê kepçe û rakirina xirbeyan dibîhisin. Ji derveyî dengê teqîn û reqînê tiştek din tune ye. Dema ku kebçe li erdê dikevin temelê axê û binesazî zirarê dibînin.”

Îlkay Aslan amaje bi wê yekê kir ku ji ber werza zivistanê şert û merc zehmetir bûne û got: “Li bajarên konteyniran av tune ye, taxên ku tu kehrebeya wan tune ye hene. Hemû kes pirsgirêkên cidî dijîn. Ji ber van pirsgirêkan, em hê em li ser derdê xwe nesekinîne. Me hemû xirbeyan li pey xwe hişt lê belê careke din di heman xirbeyê de em dijîn. Em mehkumî xirbeyan kirine.”

‘Em naxwazin zivistaneke din li derve derbas bikin’

Îlkay Aslan diyar kir ku naxwazin zivistaneke din li derve derbas bikin, tenê daxwaza wan çareserkirina pirsgirêka bicihbûnê ye û wiha got: “Me di pêvajoya erdhejê de alîkariya mirovan kir. Tîmên dilxwaz cenazeyan derxistin. Di pêvajoya erdhejê de bi mehan em li konan geriyan lê belê bi destên me neketin. Me naylon li dora kamelyayê pêça û lê bi cih bûn. Li wê derê em 30 kes man. Piştre Bangladeşê kon da me. Dewleta me kon neda, me ji welatekî din girt. Niha em li gel dayika xwe di konteynirê de dijîn lê belê gelek sarma ye. Em ji dixwazin li malê bijîn lê belê li vê derê kesek tiştekî nizane. Destûra îmarê nade me. Ne diyar e ku wê bi xwe jî çi bikin. Bi vi awayî em hewl didin bijîn. Ne mal, ne av ne jî kehrebe heye.”

‘Bi salan e vê zilmê li Elewiyan dikin’

Îlkay Aslan bi bîr xist ku ji ber li herêmê nifûsa Elewiyan zêde ye ji aliyê dewletê ve bi tenê hatine hiştin û wiha domand: “Ji derveyî mirovên dilxwaz, me ji kesê tu alîkarî nedît. Em li vê derê alîkarî yan jî tiştek din naxwazin. Tenê em dixwazin pirgirêka me ya bicihbûnê were çareserkirin. Ev mirov wê çend zivistanan li derve derbas bikin! Ev der heta 10 salên din jî ava nabe. Li vê derê jiyan ne normal e. Bi salan e vê li Elewiyan dikin. Me di vê pêvajoyê de ji bîr kirin jixwe em şaş neman. Tenê ji bo em nexweş nekevin hewl didin xwe biparêzin. Em li ava paqij digerin, her dem ava bi derman bi kar tînin.”