DEM Partî dê li Stenbolê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinê

Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku wê li Stenbolê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê û wê namzetên xwe heta 9’ê sibatê zelal bikin.

Navenda Nûçeyan- Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Navenda Giştî ya Partiyê têkildarî biryarên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) de civîna çapemeniyê li darxist.

Ayşegul Dogan, da zanîn ku dê li Stenbolê wê namzetên xwe bikevin hilbijartinê û namzetên wan dê heta 9’ê sibatê zelal bikin û wiha got: “Em dibêjin ku êdî ji bo Stenbolê dem dema DEM’ê ye. Ji bo Tirkiyeyê êdî dema DEM’ê ye. Ji bo me dema DEM’ê tê wateya demên wekhevî, azadî, edalet û aştiyê. Lewma beriya ku zêde vehêlin me xwest biryarên MYK’ê bi we re parve bikin.”