Kovan a hat rizgarkirin: Hêviya min rizgarkirina hemû jinên Êzidî ye

Kovan Îdo Xorto ya Êzidî a ku YPJ’ê di qonaxa sêyemîn ji Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê wê rizgar kir serpêhatiya xwe ya revandina ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve qal kir û got “Hêviya min rizgarkirina hemû jinên Êzidî ye.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Di 3’ê Tebaxa 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê bi Fermana 74’an a bi ser Şengalê ve anîn bi hezaran jinên Êzidî revandin. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo rizgarkirina jinên Êzidî dest bi têkoşîna rizgariya wan kirin. Li Kampa Holê di operasyoneke taybet di qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de ku di 27’ê Çileyê de dest pê kiribû, jineke Êzidî Kovan Îdo Xorto a 24 salî ligel du zarokên wê rizgarkirin.

Kovan Îdo Xorto a ji gundê Herdan ya Şengalê ye, derbarê serpêhatiya xwe de ji ajansa me re axivî.

Di Fermana 74’an de hat revandin

Kovan Îdo a ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi fermana 74’an a Şengalê re rûbirû ma, hûrguliyên wê rojê bibîr tîne û wiha dibêje: "Saet 17:00’ê rozêrînê bû, DAIŞ êdî herêma me hemû serwerkiribû. Wê demê em ji gundê xwe reviyan da ku çeteyên DAIŞ’ê bi ser me de negrin. Di nîvê rê de û di nava wê hêviyê ku em bikaribin xwe xilas bikin de çeteyan em girtin. Me birin û xistin qadekî fireh de. Paşê berê me dan dibistanekê li ser sînorê Îraq û Sûriyê. 9 rojan em li gel malbatên xwe man, piştre me ji malbatên me qut kirin û veqetandin. Zarokên keç hemû jî kirin beş beş û ew bi ber cihên nediyar ve birin, lê min ber bi Mûsilê ve revandin. Çeteyan min ji xwûşkên min qutkirin. Ne tenê ez, bi hezaran jinên Êzidî revandin."

Gefa kuştinê lê hat xwarin

Kovan Îdo da zanîn ku wê ji ber destdirêjî û tecawiza li ser xwe red dikir bi gefên kuştinê re rûbirû ma bû û wiha behsa wan kêliyan dike: "Piştî Mûsil me ber bi Til Eferê ve birin, li wir çeteyekî ez kirîm. Ji ber ku min ev tişt li ser xwe qebûl nekir û li hember her bêhirmetiya li min dihat ferzkirin bêdeng nedimam, gefa kuştinê li min xwar. Piştre ez firotim çeteyekî din û ber bi Felûca ve şandim. Walîyê Bexda yê bi navê Ebû Cefer min ji wan çeteyên din xwest, paşê ew jî destdirêjiyê li min kir. Ji ber ku min ev tişt red dikir her li min da, tundî û îşkence li min kir. Ji ber neqebûlkirina min gefa kuştinê li min xwar. Her tiştê ku ji wê saeta revandina min de çêbû, bi zorê bû û ne bi rizaya min bû. Piştî Ebû cefer tê kuştin, çete min dicewicînin çeteyekî din. Ev çete jî 3 sal in ji Kampa Holê derbasî Tirkiyeyê bûye.”

'Ez jibîr nakim’

Kovan Îdo da xuyakirin ku ji Baxozê derbasî Kampa Holê bû û wiha dirêjî da gotina xwe: "Jinên DAIŞ’ê ji ber ku ez Êzidî bûm her bi gotinan bêrûmetî li min dikirin û gelekî min zilm kirin û ez vê ji bîra nakim jî. Ma ev tiştekî pir rihet û hêsan e. Ewqas sal in ez di nava tundiya fîzîkî û derûnî de bûm. Ji 2019’an de ez di Kampa Holê de me, ji tirsa ku ez rastiyê ji malbata xwe re bêjim û vegera min careke din qebûl nekin min nedikarî xwe bidim nasîn. Ji ber ku jina ku nedibû misliman ew kuştin û me Êzidî wekî kafiran didîtin. Ez niha jî nizanim ka rewşa malbata min çi ye, ti agahiyê li ser wan nas nakim. Her tişt bi darê zorê bû."

‘Hêviya min ew e ku hemu jinên Êzidî yên wenda werin rizgarkirin’

Kovan Îdo hestên kêliya rizgarkirinê wiha parve kir: "Hestên kêfxweşiya rizgarkirinê nayê ziman, dema ku şervanan jî ez rizgarkirim tiştekî ku min bitirsîne min nedît û nejiya. Lê hêviya min ew e ku careke din ez malbata xwe bibînim û bizanibim heta niha jiyan dikin e. Ez ji dil spasiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) dikim ku careke din jiyanek birûmet li min vegerandin. Hêviyek min hebû ku wê rojekê werin min ji zilma ku ez di nav Kampa Holê de dijîm rizgar bikin. Ez hêvîdar im ku hemû jinên Êzidî werin rizgarkirin û careke din bi nasnameya xwe û ola xwe wekî Êzidî bijîn."