Samaher a Filistînî: Ger bi êrîşan em nemirin em ê ji birçîna bimrin!

Samaher Shweikh Filistînî bi pirsa “Kî dixwaze zarokên xwe bi nanê ku ji ardê ajalan tê çêkirin têr bike” serpêhatiyên xwe yên li dijî birçîbûna di bin bombebarana Îsraîlê de anî ziman.

NAGHAM KARAJEH

Xeza-Êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve li ser Zîvala Xezayê daye destpêkirin bênavber didomin. Li gorî daxuyaniya her dawî di êrîşên Îsraîlê de hejmara Filistiniyên ku hatine qetilkirin bûye 27 hezar û 238 hejmara birîndaran jî bûye 66 hezar û 452.  Her wiha tê diyarkirin ku bi hezaran cenaze yên ku di encama topbaranan de di bin kavilan de mane nehatine derxistin. Her wiha tê gotin ku Îsraîl di demen dawî de birçîbûnê weke çek bi kar tîne. Li Xezayê kesên ku ji topbaranê rizgar bûne nikarin xwarinê bibînin.

Samaher Shweikh a Filistînî diyar kir ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve hemû jinên li Xezayê di nava şert û mercên dijwar de ne û got: "Ji ber topbaran û koçberkirinê her dem êşa jinan du qat dibe. Li dijî polîtîkayên birçîbûnê yên Îsraîlê qanûnên navneteweyî tên binpêkirin, bêdengiya cîhanê berdewam dike. Ji ber ku bêdengî heye, em bi hemû hêza xwe li dijî binpêkirinên Îsraîlê derdikevin.

Xwarina heywanan hûr dikin

Samaher Shweikh diyar kir ku hema bibêje ne mimkûn e ku mirov tiştekî ji bo xwarinê peyda bike û wiha pê de çû: "Pêdiviya herî kêm a ji bo jiyanê li Zîvala Xezayê nayê dabînkirin. Ji ber ku nêzî 2 meh in firinên nan hedef tên girtin û hatina arvan jî tê astengkirin. Nikarin xwe bigihîjînin pariyek nan jî Ji ber vê yekê jin xwarinên sewalan hûr dikin paşê hevîr dikin û zarokên xwe têr dikin. Kî dixwaze zarokên xwe bi nanê ji ardê ajalan tê çêkirin têr bike? Dewletên Ereb bêdeng in, rêxistinên navneteweyî jî bêdeng in. Bêdengî trajediya şert û mercên xerabtir zêde dike. Ger em ji ber êrîşên dagirkeriya Îsraîlê nemirin, em ê ji xizanî û birçîna bimirin."

Tevahiya rojê li daran digerin

Samaher Shweikh anî ziman ku ew her roj ji danê sibehê ve li derdora herêmê li daran digere û wiha got: "Ji bo her jinekê komkirin û birîna daran karekî dijwar û westiyayî ye, ji ber ku hêza bedenî û kedeke zêde hewce dike. Ji ber gaz tune ye xwarin li ser agir tên pijandin. Dumana jehrê ya ku em hildidin tendurustî û jîngehê bi bandor dike. Her wiha dema ku xwarin û nan li ser agir amade dikim gelek caran destên min şewitîm. Van şert û mercên giran şopên derûnî û fizîkî li ser min çêkirin.”

‘Êşên me duqat dibin’

Samaher Shweikh da zanîn ku sedemên temîn nekirina nan û ava rojane ji bo jinên Filistînê ji ber ku di bin zextên giran ên derûnî de dijîn e û got: “Ji ber zêdebûna bihayê malzemeyên xwarinê û kêmaniyên çavkaniyên jiyanê êşên me duqat dibin. Divê saziyên mirovî bi lezgînî bikevin tevgerê. Em di şert û mercên gelek zehmet de dijîn û nikarin pêwîstiyên xwe pêk bînin. Li dijî van zehmetiyan têkoşîna me berdewam dike.”

‘Divê jiyana jinan bikeve bin temînatê’

Samaher Shweikh herî dawî ev bang kir: “Li ser navê her jina li Zîvala Xezayê, ez bang li civaka navneteweyî dikim ku mudaxeleyek lezgîn bike û bi krîza zehmet a jin dijîn re eleqedar bibin, êşan kêm bikin û alîkariya pêwîst bikin. Di çarçoveya mafên rewa û bingehîn ku mafên mirovî ne divê temînata jiyana jinên Xezayê hebe. Divê bersiva pêwîstiyên jinên Xezayê bidin û daxwazên wan pêk bînin. Ev hemû ji bo rewşa mirovî xalên bingehîn in.”