Li Şîliyê şewata daristanan: 51 kes mirin

Hat diyarkirin ku li Şîliyê ji ber şewata daristanan herî kêm 51 kesan jiyana xwe ji dest dane, hat ragihandin ku ji şewatên ku li 92 cihan derketine 40 ji wan hatine kontrolkirin.

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku hejmara kesên ku di şewata daristanên ku li herêmên naverast û başûrê Şîliyê ku welatê Amerîkaya Başûr e, jiyana xwe ji dest dan bûye 51. Rayedaran diyar kirin dibe ku hejmar zêde bibe.

Li Şîliyê bi giştî 92 şewat hatin qeydkirin. Serokkomarê Şîlî Gabriel Boric di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li gorî şert û mercan dibe ku hejmara kesên di şewatan de jiyana xwe ji dest dane zêde bibe. Hate diyarkirin ku nêzî 40 qadên şewatê hatine kontrolkirin, Gabriel Boric di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dê yekîneyên leşkerî li herêmên şewat bi cih bûne bên bicihkirin.

Li herêmên navendî yên Şîlî û paytext Santiagoyê ji roja Çarşemê vir ve pileya germê nêzî 40’an bûye.