Talîban jinan bi hinceta ‘hîcabê’ girt

Li Afganîstanê Talîbanê ragihand ku gelek jin bi hinceta “hicab li gor usûl nehatiye bikaranîn” hatine girtin.

Navenda Nûçeyan – Li Kabula paytexta Afganîstanê Talîbanê ragihand ku di 4’ê Çileyê de gelek jin bi hinceta “hicab li gor usûl nehatiye bikaranîn” hatine girtin. Lê têkildarî hejmara jinên hatine girtin tu agahî nehat dayîn.

Berdevkê Fermî yê Wezareta Pêşîlêgirtina Xerabiyê ya Talîbanê ragihand ku ew nêzîkatiyên li hemberî tundiya li ser jinan a bi hinceta 'hîcaba bi darê zorê’ bi awayekî fermî qebûl nakin. Wezaretê ku derbarê ger "hicab li gor usûla xwe neyê bikaranîn” pêkanînên bên kirin de pênaseyek nake, bal dikşîne li ser bikaranîna burqa û peçeya reş.

Tora Beşdarbûna Siyasî ya Jinên Afganî di daxuyaniyeke berê de girtina jinan li Kabulê bi tundî şermezar kir. Talîbanê berê jî xwendin, karkirin û çûndina cîhên vekirî ji jinan re qedexe kiribû.